Rojnameya Ronahî

Çarçoveya têgînî …Çand

Ji remanê Rêber Apo

Em bi awayekî giştî dikarin çandê weke yekparebûna tevahiya manedan û avahiyên civaka mirov di pêvajoya dîrokî de pêk aniye bidin naskirin. Em avahiyên pêkhatine, weke tevahiya saziyên li veguherînê vekirî ne, didin naskirin û manedanan jî dikarin weke asta naverok an jî manedanê ya bi hev re ya saziyên vediguherin ên dewlemend û cûrbicûr bidin naskirin. Em bi teşbîhekê dikarin baştir bidin naskirin. Mirov avabûnê dikare weke çarçoveya berbiçav a avahiya maddî, maneyê jî weke qanûna wê ya bi fikir, bi his, naveroka berbiçav a çarçoveyê û ya wê dilebitîne diyar bike. Em dikarin bibêjin, em li vir nêzî têgînên Hegel ên ‘xweza’ û ‘geist’ê bûne. Nexasim mirov dikare bibêje maneya Hegel dused sal berê li van têgînan bar kiriye û naveroka danasîna wî ya van têgînan bi pêşketinên zanistî yê piştre dewlemendtir bûye.

Di çarçoveyeke teng de jî têgîna çandê tê pênasekirin. Em li vir hewl didin, çandê zêdetir weke mane, qanûna avahiyê û zindîtiyê diyar bikin. Wexta em behsa civakê dikin, em di çarçoveyeke teng de çandê weke cîhana maneyê ya civakê, qanûna wê ya exlaq, zêhniyet, huner û zanista wê pênase dikin. Di vê çarçoveya teng de saziyên polîtîk, ekonomîk û civakî têne yekkirin û di çarçoveyeke berfireh de danasîna giştî ya çandê tê kirin. Ango li ser vî bingehî weke naverok û sazî maneya xwe hebe, mirov dikare weke hebûn behsa civakê bi xwe bike. Eger bi tenê behsa civaka sazî yan jî manedayî were kirin, têra xwe mirov pê dixape. Civakeke taybet têra xwe gihiştibe asta sazîbûn û manedanê, dikare weke hebûn bibe xwedî nasname û bê binavkirin. Bi tenê behsa civaka manedan an jî sazîbûnê were kirin û di nava civakên bi vî rengî de fikirîna li jiyaneke mirovane, çawa di tevahiya civakên dîrokê de hatiye gotin, wê weke şaşî, jirêderketin, bêexlaqî û kirêtî were qebûlkirin û mehkûmkirin.

Piştî ku civakek ji aliyê sazîbûnê ve were belavkirin, mirov êdî nikare behsa maneya wê û çanda wê ya teng bike. Di rewşeke wisa de sazî weke taseke avê ya tijî ye. Piştî ku tas şikiya, eşkere ye ku mirov nikare behsa avê bike. Eger mirov behs bike jî ew av êdî ne ji bo xwediyê tasê, ji bo erdên din an jî xwediyên qabên din herikî ye, û bûye hêmaneke jiyanê. Encama jidestdana zêhniyet, estetîk û maneya civakî bêhtir xeternak e. Di rewşeke wisa de mirov dikare behsa rewşa zindiyên serê wan hatine firandin û bi tenê di cihê xwe de diperpitin bike. Civakeke cîhana xwe ya estetîk û zêhniyetê jidestdayî dişibe berateyekê ku ji rizînê re, bi awayekî hovane ji parçebûn û xwarinê re hatiye terikandin. Ango ji bo mirov civakekê weke çand bide naskirin, şert e ku mirov ji sedî sed wê di nava yekparebûna manedan û sazîbûnê de binirxîne. Di vê mijarê de mînaka herî berbiçav rastiya civaka Kurd e ku gelekî dramatîk pêk tê. Ji ber ku hem ji aliyê sazîbûnê, hem jî ji aliyê jidestdana zêhniyet û manedanê ve gelekî hûrhûrî parçe bûye, mirov dikare civaka Kurd weke ‘civaka ji aliyê çandî ve hatiye qirkirin’ bide naskirin.