Rojnameya Ronahî

‘Ramanê Rêber Apo riya xelasiya mirovahiyê ye’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Endamê rêveberiya Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan diyar kir ku Kongireya Îsalama Demokratîk ji bo tevlî kampaniya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibe, rêzecivîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar dixe. Herwiha di rêzecivînan de Xetîb û Îmam beşdar dibin.

Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de, pêngaveke cîhanî bi dirûşma ‘Ji Rêber Abudulla Ocelan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ hat destpêkirin û zêdeyî 100 welatên cîhanê ev kampaniya berdewame û roj bi roj jî berfireh dibe. Rêber Abdullah Ocalan, rêberê siyasî yê gelê Kurd e. Bi milyonan Kurd wî wekî vîna xwe ya siyasî dibînin. Li kêleka wê jî pêkhateyên Ereb, Suryan û hemû deverên cîhanî Rêber Abdullah Ocalan wekî rêberê xwe dibînin. Herwiha ji bo pirsgirêkên gelên bindest, komên etnîkî, olî, mezhebî, zayendî, ekolojîk û dijberê newekhevîyê wekî vîna çareseriyê û aştiyê tên dîtin.

Rêber Ocalan, di 15’ê Sibata 1999’an de bi operasyoneke îstîxbaratî ya navdewletî de hat revandin û teslîmî Tirkiyê hat kirin. Ji wê demê ve jî, di girtîgeha Îmralîyê de dîl hatiye girtin. Rêber Apo ev 25 sal in di girtîgehekî de û bi tenê tê hiştin û ev nêzî 3 salane ku têkiliyên wî bi cîhan, malbat û parêzerên wî re hatine qutkirin û bi şewaz û kiryarên hişk, derveyî mirovî re rûbirû dimîne. Rixmê ku di bin tecrîda girankirî de ye jî partî, rêxistin, sazî û kesên ku ji fikrên Rêber Ocalan îlham girtine bi berxwedana Kurd û tevgerên curbecur ên etnîkî, olî û hwd. têkoşîna demokratîk a Rojhilata Navîn dimeşînin. Gelek rêxistin û hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji fikir û ramanê Rêber Apo îlham girtine û hewl didin pêş bixin. Ramanê wî îlhamê didin hemû kesên ku ji bo diyarkirina çarenûsa xwe, rizgariya jinan û sînorkirina hemû şêweyên newekhevî li ber xwe didin.

Di derbarê Kampaniya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan Endamê rêveberiya Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan ji rojnama me re axivî.

Ebdulkerîm Saroxan diyar kir ku Kampaniya wan ji bo Rêber Apo daye destpêkirin tevlîbûnekî ji bo kampaniya cîhanî ye û wiha got: “Di 10`ê Cotmehê de kampaniyeke cîhanî ji bo azadiya Rêber Apo  hate destpêkirin û li 74 welatên cîhanê pêh hat, pêştre kampaniya berbelavî zêdeyî 100 welatên cîhanî bû û kampaniya roj bi roj berfireh dibe û tevlîbûna jêre zêdedibe. Me jî wek hevdîtina Ol û baweriyan a ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav de cih digirin, piştgiriya xwe ji vê pêngavê re da diyarkirin. Ji bo wê me wek Kangra Îslama Demokratîk civîna meclisên Şûra li dar xist. Di civînê de me biryar girti ku em jî tevlî vê kampaniyê bibin, herwiha di vê civînê de ji hemû zanyarên îsalamî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku wekî zanyar, feylesof û Rêberê netewên Rojhilata Navîn hat şîrovekirin û ji bo ew jî bibin xwedî rol di vê kampaniyê de, ji bo ku karibin dengekî bi bandor li ser îslama cîhanî bikin, da ku îslama cîhanî jî rola xwe di azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bilîze.”

Nêrînên Rêber Apo di derbarê olan de

Ebdulkerîm Saroxan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku wan xwest rêzecivînan ji bo Îmam û Xetîban çêkin û di rêzecivînên xwe de kesayeta Rêber Apo ji her kesî re bidin naskirin û wiha got: “Me xwest rêzecivînên girseyî ji xetîb û îmaman re çêbikin. Rêzecivînên giştî girîngiya kampaniya ji Rêber Apo re da diyarkirin û şîrovekirina kesayeta Rêber Apo ji her kesî re hat naskirin. Tevlîbûna vê kampaniyê bi bîr û baweriyeke mezin tê çêkirin û ji bo vê yekê biryar hat girtin ku civînên xetîb û îmaman were çêkirin. Me civîneke girseyî li bajarê Hesekê lidar xist û hemû xetîb û îmamên Hesekê û derorên Hesekê tevlî civînê bûn û civîn li bajarê Qamişlo jî hat çêkirin. Herwiha wê li tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî civîn ji xetîb û îmaman re bê lidarxistin. Semînerên ku di van civînan de tên dayin, hizir û kesayeta Rêber Apo têde têne şîrovekirin, di heman demê de nêzîkatiyên Rêber Apo di derbarê îslamê de, wekî din erkê oldar û zanyarên îslamî di vê serdemê de li gorî perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan çine, nêzîkatiyê wî ji hemû olan re çawa bû. Rêber Abdullah Ocalan digot, cudahî di navbera olan de tineye ji ber hemû dînên yek xwedayîne.”

‘Kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn Rêber Apo ye’

Ebdulkerîm Saroxan wiha axaftina xwe domand:”Pêngava me ji bona azadiya Rêber Apo berdewame û ev rêzecivîn wê li Bakur û Rojhilatê Sûriye bên lidar xistin, em hîn jî kar û xebatên xwe di vî alî de didomînin. Ji Rêber Apo ev 3 salin deng û agahî nayê girtin, ev yek cihê şik û gumanê ye, ji ber em rewşa wî ya tenduristî nizanin. Diyarkirina rewşa Rêber Apo di îmraliyê de ji bo gelê Rojhilata Navîn bi giştî girînge, bi taybet ji gelê kurd re. Ji ber kilîta çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn Rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber ku remanê Rêber Abdullah Ocalan mirovan dighîne rastiyê.”

‘Bi felsefeya Rêber Apo wê wekhevî pêk were’

Endamê rêveberiya Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan axaftina xwe wiha bidawîkir: “Her kes mereq dike rewşa Rêber Abdullah Ocalan çiye. Çanda ku Rêber Apo di herêmê me de belav kir hizira Netewa Demokratîk, hişt gelê vê herêmê di aramiyekê de jiyan bikin. Herwiha erdheja ku li îmraliyê çêbûye, cihê gumanê ye û pêwîste ku em li hemberî vê rewşê bikevin nava tevgerê de û rehet rûnenin. Heyanî ku rewşa Rêber Apo were diyarkirin, pêwîste ku gelê Kurd her li ser piyan be, ji ber bi felsefeya Rêber Apo wê wekhevî li Rojhilata navîn pêk bê. Heta Rêber Apo di îmraliyê de be jiyana wî ne arame, berpirsyarê vê rewşê yê  destpêkê jî dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê yên ku Kompiloya navnetewî li ser Rêber Abdullah Ocalan dan meşandin.”