Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî rolekî esas e

16/12/2023
in NÛÇE
A A
Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî rolekî esas e
Share on FacebookShare on Twitter

-Nûnerê MRAP ê NY’ê Gîanfranco Fattorînî diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan binpêkirina mafên mirovan e û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê Ocalan azad bibe.”

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di meha 33’an de dewam dike. Nerazîbûnên li hemberî tecrîda li Îmraliyê dewam dikin. Hîna jî tevlîbûnên ji bo pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku 10’ê Cotmehê hate destpêkirin, dewam dikin.

Nûnerê Daimî yê Tevgera Dostaniya Gelan a Li Dijî Nîjadperestiyê (MRAP) a NY’ê Gîanfranco Fattorînî derbarê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê tê meşandin axivî. MRAP saziyeke civakî ya sivîl a navneteweyî ye.

‘Tecrîd binpêkirina mafên mirovan e’

Gîanfranco Fattorînî diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binpêkirina mafên mirovan e û got ku divê demildest ev tecrîd bi dawî bibe. Fattorînî wiha got: “Em dikarin şert û mercên ku Abdullah Ocalan di nav de ye, bi rewşa Lîderê Efrîqaya Başûr Nelson Mandela re bînin ber hev. Xwestin Mandela jî li giravekî di bin tecrîdê de bigirin, lê di encamê de azadiya Mandela ji bo çareseriya pirsgirêka li Efrîqaya Başûr rolê sereke lîst. Bi heman rengî azadiya Abdullah Ocalan jî wê bibe sedem ku pirsgirêka Kurd bi aştiyane were çareserkirin.”

Fattorînî anî ziman ku kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” pir girîng e û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê. Fattorînî destnîşan kir ku divê Ewropa ji bo guhertina şert û mercên ku Abdullah Ocalan di nav de ye, bikeve nava tevgerê.

‘Helwesta Ewropayê absurt e’

Fattorînî qala êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û herêmên din ên Kurdistanê kir û bêdengiya Yekîtiya Ewropa ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk jî şermezar kir. Fattorînî got ku helwesta Ewropa absurt e û wiha pêde çû: “Lîderên Ewropa difikirin ku lihevkirina bi Erdogan re, ji bo berjewendiyên welatê wan e. Lê em çawa dikarin baweriya xwe bi endamekî NATO’yê ku sîstema parastinê ya Rûs kiriye, bînin? Ev nakokî ye û yekane endamê NATO’yê ku nêzîkatiyeke wiha raber dike, Tirkiye ye. Dîsa jî destûr jê re tê dayîn. Tê gotin ku ‘Haya me bi sûcên Erdogan ên li Tirkiye û Sûriyeyê heye’, bes dîsa jî li hemberî vê rewşê bêdeng in. Wê demê divê mirov pirs bike, mantiqê di polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê de ku îdîa dike mafên mirovan diparêze, çiye? Di dîtinê de ti mantiq tune ye.”

‘Li Rojava sûcê şer tê kirin, ny bêdeng e’

Fattorînî ragihand ku kiryarên dewleta Tirk ên li Rojava sûcê şer e û wiha got: “Ne tenê li Rojava jî, eger em li kiryarên li Tirkiyeyê li hemberî gelê Kurd tên kirin binêrin, em ê qirkirinekî bibînin. Em ê qirkirina çandî jî bibînin. Di raporên mekanîzmayên cuda yên NY’ê de, her cure binpêkirinên mafên mirovan ên Tirkiyeyê hatin eşkerekirin û hatin şermezarkirin. Îcar çima li hemberî van sûcan, Konseya Mafên Mirovan a NY’ê ti biryar neda. Di vê rewşê de li herêmê meselek têkildarî lîstokên siyasî yên jeostratejîk, heye. Rast e, Tirkiye li herêmê di gelek meseleyan de xwedî gotin e, lê divê ev yek nebe asteng ku Neteweyên Yekbûyî mîsyona xwe bi cih neyîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.