Rojnameya Ronahî

Kurd neçar in ta serkeftinê têbikoşin

Kurdyar Dirê`î

ʺKurdê baş ew kurdê mirî yeʺ, ev hevokeke ji çend gotinan sîya seta dewleta Tirkîyê ya faşis li himber gelê kurd eşkere û zelal destnîşan kiriye. Ji helweşîna sultena Osmanî di şerê cîhanê yê yekem de (1914-1918) û avabûna komara Tirkîyê  ya nû piştî peymana Lozanê (1923), yekem metirsîya ku neteweperestên tirk jîyan  kirine, hebûna gelê kurd û doza welatekî çarperçebûyî ku ta bilêvkirina navê wê bi xwe (KURDISTAN) ji nijadperest û neteweperestên tirk re hatiye wateya hilweşîna komara Tirkîyê, lewra çi şerê ku Tirkîyê li himber gelê kurd daye meşandin, her dem bi şerê hebûn û nebûnê bi nav kiriye, dewletên mîna Tirkîye ku dizanin li ser talanî, xapandin, peymanên bazirganiyê hatine avakirin, li benda derfetan an jî tesadufîyê namînin, di şerekî  vekirî de bi metirsîyê xwe re jîyan dikin û berîya  rûdana wan metirsîyan  amadebaşî û hazirîyên xwe dikin, ne ji dema îro de ye ji berê de û di dema avabûna sultena osmanîyan de, metirsîya herî mezin ku toranîyan  jîyan kirine, bilindbûn û derhatina statûyeke kurdî ye, li gorî Nezîr Cibo ku di birtûka xwe ya bi sernavê ʺSultanên Hevêrkan (beşek ji dîroka kurdî)ʺ de dîya r kiriye: ʺSultanê osmanî selîmê yekem wiha helbesteke nivîsandibû:

ʺHey xweda gazî te dikim ku derfetan bi kurdan nede

Ta ebed nebin sultan û lingên wan di sola teng de be

Ti caran wî  têr neke û gawir ji kanîya wî vexwin ew venexweʺ

Heger em baş di vê helbestê de mijûl bibin, dîya r e ku toranîyan pir êş ji ber kurdan kişandine, tengav bûne û metirsîyeke mezin ji xwe re dîtine, ta ku sultan selîm gihiştîyê vê kînê û gazinê xweda kiriye, her wiha li pey komkujîyên di derheqê kurdan de li Amedê hevoka ʺkurdê baş ew kurdê mirîyê ʺ hatiye gotin û di pey re rayedarên tirkan li pey hev ew hevok di gelek helkeftinan de dûbare kirine. Mebest ne bi tenê hevokeke an jî  helwesteke tirkan e, lê mebest ew e ku Tirkîyê  hebûn û nebûna xwe di çarçova hebûn û nebûna kurdan de digre dest. Hingê jî Tirkî ne amade ye ku doza kurdî çareser bike, bi tenê amade ye ku qirkirin, komkujî û tunekirina doza kurdî têxe rojeva xwe, derfetan dê nede ku kurd bibin xwedî statû û dengên wan sînorên bindestîyê derbas bike, di hin deman de hin rayedarên Tirkîyê behsa doza kurdî kirine, ew jî di demên tengavbûnê de û di pey re xwe bi xwe red kirine û dûbare sîyasetên qirkirinê dane pêş, jixwe mînaka herî dawî jî serokê Tirkîyê yê roja îro  Erdogan e. Erdogan xapandin, derew, bêbextî, qurnazî, kîn û keysbazîya  kombûyî di sîyaseta Tirkîyê de ji dema osmanîyan û ta roja îro di xwe de civandiye û li himber doza kurdî, di bin hişmendîyeke osmanî, islamî, neteweperestî de ʺan hebûna Tirkîyê an jî hebûna kurdanʺ tevgerîyaye, çimkî  dewleta Tirkîyê di roja îro de, gihiştîyê wê bawerîyê ku ew li ber çerxerîyekê ye an wê ta dawî doza kurdî ji holê rake an jî Tirkîyê dê perçe perçe bibe; bêyî ku li çareserîyên demokratîk bigere, lewra di demekê de ku Rojhilata Navîn tev li ber guhertinan e û di nava qeyranan de jîyan  dike, Rêber Apo nexşeriya çareserîyê ji tevaya kirîzên di Rojhilata Navîn de û di nav de jî ji doza kurdî re danîbû. Lê belê li gor rêzikên ku li jorê de me anîbûn ziman, dewleteke li ser xapandinê, xwînrijandin, talanî û fobîya hilweşînê, dê rêyên demokrasîyê nepejirîne, êdî kurd neçar in ku heta dawîyê li ber xwe bidin û ta serkeftinê têbikoşin.