Rojnameya Ronahî

Der barê tevgera wergerandinê de çend têbînî

Kemal Necim

Werger, yan wergerandin yan jî wergerîn, ango veguheztina deqekê (Text) ji zimanê resen bo zimanekî din. Werger bi serê xwe hunereke serbixwe tê dîtin, ji ber ku girêdayî afirînerî, hesta zimanî û karîna nêzîkirina çandan e û dihêle ku hemû mirovahî bi hev re bigihêje hev û ji ezmûnên hev sûd werbigire. Hunereke bi qasî wêjeya nivîskî kevn e, tê zanîn ku beşek ji Destana Gilgamêş ya Sumerî, di nav berhemên edebî yên herî kevnar ên naskirî de, ji hezarsala duyem a berî zayînê ve li çend zimanên Asyayî hatiye wergerandin.

Em di vê nivîsê de behsa girîngiya wergerê ji bo çanda civakan û gelan nakin. Em ê behsa vê mijarê li gorî rewş û halê civaka xwe bikin.

Tê zanîn ku ji ber sedemên qedexekirin û çewisandinê xebatên wergera bo zimanê Kurdî yan jî ji zimanê Kurdî bo zimanên din ên cîhanê ne bûye rûdan û kar û neketiye rojeva Kurdan. Hin hewildanên takekesane eger peyda bibin jî mirov nikare wan weke tevgera wergerandinê bide nasîn.

Li Rojavayê Kurdistanê di deh salên dawîn de bi giştî tevgereke dahênan, xwendin û nivîsîna bi zimanê kurdî geş bûye, her wiha perwerdeya fermî jî li dibistanan û zanîngeha bûye bi zimanê Kurdî. Di rewşeke wiha de pirsa kêmbûna jêderên hînbûn, fêrbûn, lêkolîn û lêgerînê yên bi zimanê Kurdî kêm in derdikeve pêşberî me, ango êdî pêdivî bi çavkaniyên zanistî, ramyarî, felsefî û wêjeyî yên cîhanî bi zimanê Kurdî heye. Li aliyekî din jî, êdî pêdivî heye ku gelên cîran û yên cîhanê jî zanibin ka Kurd çi dinivîsin, der barê rewşa xwe de çi dibêjin, asta wêjeya wan û derbirîna wan gihitşiye ku, ango êdî girîngiya wergerandina berhemên bi zimanê Kurdî bo zimanê cîhanê jî xwe dide pêş.

Di çend salên dawî de li Rojava bi rêya hin sazî û hin weşanxaneyan tevgereke wegerandinê pêş ketiye, her çiqas giran û hindik be jî lê dikare bibe bingeha tevgereke wergerandinê ya bi hêz.

Lê li kêleka vê tevgerê jî carna hin pirsên rewa têne bîra mirovan; mîna gelo ev werger bi zanistî û ewle û durist tê pêkanîn lê na?

Egera vê pirsê jî çi ye, eger ew e ku werger bi xwe zanisteke hewceyê perwerdeyê ye. Li welatên cîhanê ji bo vê zanistê beşên perwerdeyê li zanîngehan têne vekirin, da ku werger bi ewle û durist pêk bê.

Halê hazir li ba me hijmarek berhemên ku ji zimanên biyanî bo zimanê Kurdî hatine wergerandin hene, lê ev berhem hîna di tariyê de ne, ango saziyek an dezgeheke ku vê wergerê binirxîne û berawerdî deqa resen bike, tune ye. Dibe wergerke serkeftî be, lê dibe piştî çend salan xuyan bike ku wergereke ne baş bû.

Pirseke din jî ew e ku; ka stratejiya van saziyan a wergerê çi ye? Pêşî pêwîste em çi wergerînin bo kîjan zimanî?

Lewma pir girîng e ku di qada wegerê de tevgereke bi sazî û dezgeh bête sazkirin, nemîne li ser milê hewildanên takekesane, da ku strajejiya wegerê diyar be û şopandin û çavdêrî hebe. Her wiha li zanîngeha beşên wegerê bo hemû zimanan bêne vekirin da ku wergêrên pispor bêne amadekirin.