Rojnameya Ronahî

Girîngiya civakbûyînê

Rohat Bulut

Ji bo me mirovan hin pîvanên sereke yên jiyanî hene. Heke mirov di jiyana xwe de li gorî van pîvanan tev negere, mirov tune dibe, yan jî tu ferqa mirov ji sewal an jî zindîwarekî din namîn e. Bi taybetî jî hin pîvanên ku mirovan ji heyîn ango zindîwarên din cudatir dike hene. Ew jî hevgirtin û avakirina nirxên hevpar e. Ev nirx û pîvan jiyan û civakbûyîn derdixe holê, domdariyekê bi xwe re tîne.

Lewre jî hevgirtin û yekitiya malbat, qebîle, eşîr û netew civakbûyînê derdixe holê. Ji bo civaka li ser erdnîgeriyekê bi heman ziman, çand û nirxên hevpar dijîn re netew tê gotin. Ev di heman demê de nasnameyek e. Lê belê ya girîng ew e ku mirov li gorî pîvanên neteweyî bijî. Tenê hebûna nasnameyekê tiştekî îfade nake. Divê li gorî hêmayên wê nasnameyê ferdên wê civakê jiyanekê bidomîne.

Bêguman ji bo mirovan civakbûyîn nebe nabe. Lewere tu mirov bi serê xwe nikare bijî, tenê bi malbata xwe jî dê demek şûnde tune bibe, sînordariya qebîle û eşîriyê jî dê gelekî kêm were. Lê bi civîna mirovan a ser hev, bi heman zimanî axivîn û ji bo jiyanê hilberîna hevpar, dan û stendinên hevpar, pêşxistin madî û manewiyata hevpar, pêşxistina parastina hevpar, siyaset û polîtîkaya hevpar dê rê li ber yekitî û domdariya jiyaneke bi rûmet vebike. Dema di civakê de yekitîyek hebe jî dê bi hêsanî dikaribe jiyaneke bi rûmet û temendirêj bijî. Dê dikaribe bi rêxistinbûyîna xwe, bi pêşxistina siyaset û polîtîkayên xwe, xwe ji hemû êrîşên tunebûnê biparêz e.

Parastina civakekê bi parastina nirxên wê yên civakbûyînê pêkan e. Heke nirxên hevpar ên civakbûyînê ava dike neye parastin dê civakbûyîn jî li holê nemîn e. Tunebûna civakê diheman demê de tê wateya tunebûna mirovahiyê. Ev ji bo her dem û serdema dîrokê derbasdar e. Mirovan bi civakbûyînê hebûna xwe domandiye û heta roja meya îro hatiye. Lewma jî divê bi mirov re hişmendiya parastina nirxên civakî zêde hebe. Heke ew hişmendî nebe dê civakbûyîn û mirovbûyîn jî li holê nemîn e.

Çine ev nirxên hevpar; Wijdan, ehlaq, çanda madî û manewî û bermahiyên wan. Nebûn, an jî kêmbûna vana tê wateya nebûn an jî qelsiya mezin a civakê. Di rewşeke wiha de jî ji hemû êrîşên tunebûnê re vekirî ye. Lewma, divê li gorî vê yekê hesasiyetek pêş bikeve.

Civakbûyîn û parastina civakê, parastina mirov û mirovahiyê ye. Di wateya teng de jî tê wateya parastina neteweyê. Bi taybetî jî ji bo me kurdan ev gelekî girîng e. Heke em hûbûna xwe, hebûna netewa xwe bifikirin divê em civakbûyîna xwe û nirxên civaka xwe biparêzin. Lewre em li her çar parçeyê welatê xwe rastî êrîşên serdest, netewe-dewlet û hêzên hegemon tên. Heke em ne di wê ferqê de bin, bi hiş û hişmendiyeke rastîn tevnegerin emê ji tunebûnê rizgar nebin. Li vir tenê behsa tunebûna fîzîkî nakim, di heman demê de heke mirov ji xwe dûrket, çand, ziman, exlaq û wijdanê xwe winda kir,  ev tê wateya tunebûnekê. Yanî ev tunebûna neteweyî ye.

Ji bo em bikaribin hebûna xwe biparêzin divê em zêdetir li nirxên xwe yên mirovî, neteweyî û civakî xwedî derbikevin. Divê em xwe ji hişmendiya serdest û feraseta ku zirarê dide civakê dûr bixin. Xwe û hebûna xwe li gorî pîvanê civakê saz bikin.  Di civaknasiyê de mirov bi serê xwe nabe mirov, mirov bi civakbûyînê wesfê û pênaseya miroviyê hildigire û dibe mirov. Lewma jî civakbûyîn ewqas girîng e.