Rojnameya Ronahî

Pirtûkên Rêber Apo

Farûk Sakik

Hêzên komploger, dema fêhm kirin ku rola şoreşa li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêk tê, wê li gelek deveran belav bibe rabûn ew dîl girtin. Rêber Apo  li Îmraliyê jî wan hewldanên xwe yên aştiyê dewam kir û bi parêznameya xwe ya pêşî de daxwaz kir ku pirsa Kurd li ser bingeha aştiyê were çareserkirin.

Rêber Apo li Îmraliyê dest bi nivîsandinê kir.  Parêznameyên xwe jî wekî pirtûk da çapkirin. Di van pirtûkên xwe de her wek li derve bû dinivîsand. Di wan şertên zehmet û sînorkirî de her roj dinivîsand. Pêşengtî jî tiştek wiha bû. Diafirand.

Nexşerêyên wî di têkoşîna kurdan de wek rêberek bû. Bi taybetî 5 pirtûkên wî yên dawî ku li Îmraliyê nivîsî ji aliyê Kurdan ve hat xwendin û nîqaşkirin. Her pirtûkek wî ji bo çareseriya pirsgirêkan deriyên nû vedikirin. Di van pirtûkan de paradîgmaya xwe bi detayan rêz kiribû. Ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû mirovahiyê hin fikr û ramanên wî di van pirtûkan de hebûn.

Komplogeran dît ku rola pirtûkên wî çiqas bi hêz in. Dîtin çima ewqas bandor li kesên ku dixwînin dike. Diviya pêşî lê bihata girtin û tecrîd dan destpêkirin. Mêtingeriya Tirk û hêzên modernîteya kapîtalîst, aliyê siyasî, îdeolojîk, felsefî, dîrokî û civakî yên Rêber Apo dîtin, ne tenê bo tecrîdê hewl didan wî bidin jibîrkirin û dixwestin pêşî li fikrên wî bigrin ku li nava mirovahiyê de belav nebe. Lê êdî ev pirtûk li cîhanê belav bûbûn. Komplogeran bi derengî ketibûn. Dema ku di sala 2015’an de tecrîd dan destpêkirin, hejmara kesên bi Rêber Apo bawerî danîn zêde bûbûn. Dema ku pirtûkên wî yên hatin wergerandin  li cîhanê belav bûn Rêber Apo zêdetir hat naskirin. Kesên ew nas kirin xwestin ji bo wî tiştekî bikin.

Di 10’ê Cotmehê de li tevahiya cîhanê pêngava bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” li 74 navendan dest pê kir. Ev pêngav îro bi çalakî û aktîvîteyên cuda berdewam dike. Ji bo ku hamle diha mezin bibe û tevlîbûn jî zêde bibe diviya Rêber Apo baş bihata naskirin. Civaka Ewrûpa ew baş naskira. Fikr û felsefa wî, paradîgmaya wî ya aştiyê baş fêhm bikira. Ji bo vê yekê li rê û rêbazekî ku bi çalakiyek ew diha zêde were nasandin û biryar dan. Di pêvajoya hamleyê de çalakiyek bi navê  “Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan a Cîhanê” hat lidarxistin. Jixwe Rêber Apo jî di nirxandinên xwe yên li ser pirtûkan de digot, van bi kesên zanyar bidin nîqaşkirin. Bila ew jî der barê pirtûkan de nêrînên xwe bi me re parve bikin. Ev biryara xwendina pirtûkan yek jî ev bû. 10’ê Kanûnê jî wek roja xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan a cîhanî hat îlankirin. Di pêngava “Roja Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan” dixwestin fikr û felsefeya Rêber Apo li hemû cîhanê  were belav kirin.

Armancek çalakiyê, pirtûkên ku ji bo felsefeya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo, bigihîje civaka Ewrûpa bû. Di çarçova Roja PirtûkênAbdullah Ocalan a Cîhanê de, li 160 navendan rojên xwendina pirtûkan hat lidarxistin. Di pêvajoya kampanyayê de hat dîtin ku Rêber Apo roja dîl hat girtin her wek li derve ye tevgeriyaye. Tiştên ku dixwest li derve, di pratîkê de pêk bîne, di pirtûkên xwe de nivîsandiye. Tişta herî girîng heger ev pirtûk neketina destê Kurdan wê di têkoşîna xwe ya li hemberî dijminê hov de wiha serkeftî nebûna. Taktîkên gerîla yên şer jî em dikarin îro di van pirtûkan de bibînin.