Thursday, May 22, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cinsiyetparêzî pirsgirêka herî mezin e

13/12/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale

Gelo pirsgirêkên jin çi ne? Em li gund û bajaran dijîn, hinek ji me temenê wan biçûkin, hinek ciwanin, ên temenê wan navîn û mezin jî hene. Erdnîgariya em lê dimînin an çole, yan çiyayî ye yan jî deşt e. Civak cinsiyetparêz e, her çiqasî şoreş çêdibin lê di mijara jinê de heman hişmendî û feraset hene. Tişta ku ez dixwazim bibêjim hemû jin rojane bi şikandinê re derbas dibin. Hinek ji me li xwe mûkir tên ku şikestine û hewl didin xwe ji bandora neyînî ya şikandinê rizgar bikin, hejmareke mezin a jinan heye ku li xwe mûkir nayên û dest bi têkoşînê nakin. Rewşa xwe ji ya hemû jinan baştir dibînin û koletiya di nav de fetisîne mîna azadiyê pênase dikin.

Lê sîstema dewletê bi riya malbatê, sazî, dibistan û zanîngehan di bin navê ol de her tim hewl daye ku jineke kole û zeyîf ava bike, eger bertekên jin li hemberî vê yekê derbikevin wê rastî tûndiyê were û jiyankirinê lê bikin jehr. Di encama vê yekê de bi hezaran jin mirin ji xwe re çareserî dîtin.

Li herêmên dagirkirî bi taybet Efrînê rojane agahî hene ku jin hatine kuştin an dest dirêjî li wan hatiye kirin. Roja 10`ê kanûnê 2023`an li taxa Eşrefiyê ya Efrînê çeteyekî gurûpa Hemzat a girêdayî Tirkiyê jinekê qetil dike, di heman rojê de li ser riya di navbera Efrîn û Ezazê de cenazeyê jineke ku nasnameya wê nediyare hatiye dîtin. Dema ku mêr destdirêjî jinê dikin, an dukjin û tûndiyê lê dikin, ne tenê ew sûcdar in. Civak berî wan sûcdar e û zîhniyeta civakê ya cinsiyetparêz dibe sedema ku tûndî li ser jinê were meşandin û her roj di encama wê de bûyerên gelekî giran biqewimin. Eger civak zîhniyeta xwe nede guhertin û dawî li zîhniyeta mêr neyê, pirsgirêka cinsiyetparêziyê nayê çareser kirin. Li hemberî cinsiyetparêziyê têkoşîn kirin erka hemû jina ye.

Jin ji dema 4000 BZ heyanî roja îro li hemberî zîhniyeta mêr û cinsiyetparêziyê li ber xwe dide û têdikoşe. Destpêkê li ser asta kesayetan xwedî bertek û helwest bû piştre ji sala 1848`an destpêkir xwe birêxistin dike. Piştî avakirina Tevgera Jin sala 1998`an êdî têkoşîna jin berfirehtir dibe û bûye ser asta cîhanî. Di nava civakê de eger tenê kesên di tevger û rêxistinên jin de ciyê xwe digrin têbikoşin dîse wê têrê neke. Ji bo pirsgirêkên jin werin çareser kirin divê hemû jin ciyê xwe di nava têkoşînê de bigrin. Fikir û ruhê xwe ji koletî û şikestinê rizgar kirin, dibe ku wezîfeya yekemîne ji me têxwestin. Wate û naveroka hinek têgehên mîna fedîbuyîn dibe were guhertin. Jina kole divê fedî bike ne lêgervana azadiyê fedî bike û bitirse. Şûna em girîngî bidin şekil em girîngiyê bidin cewherê xwe, şûna em mêr pîroz bibînin em daxwaza wekheviya di navbera jin û mêr de bikin. Êdî cûdahî nexin navbera jin û mêr de, jinê biçûk nebînin û mêr jî  di çavên xwe de mezin nekin. Li ser zîhniyeta mêr berdewamiya jiyanê ne mecbûriyete û divê were guhertin.

Post Views: 62
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir
CIVAK Û JIYAN

Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir

21/05/2025
XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ
HAJMARA PDF

XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ

21/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

21/05/2025
Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo
ÇAND Û HUNER

Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo

21/05/2025
Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e
ÇAND Û HUNER

Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.