Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Tevlî vê têkoşîna bi rûmet bibin’

12/12/2023
in NÛÇE
A A
‘Tevlî vê têkoşîna bi rûmet bibin’
Share on FacebookShare on Twitter

Girtiyên ku di girava birçîbûnê ya dorverger de cih digirin bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kirin ku bi rengekî çalak tevlî pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ bibin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyên siyasî bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê dane destpêkirin di roja 16’an de didome. Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Kiriklar a Îzmîrê tên ragirtin têkildarî çalakiya xwe nameyek nivîsandin. Di nameye de hat destnîşankirin ku ji bo aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn divê  Rêber Abdullah Ocalan azad be.

Girtiyan di nameya xwe de bal kişandin ser êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê, êriş şermezar kirin û wiha gotin: “Ji ber van geşedanan em pirs hêrs û xemgîn in. Îro rastiyeke pir zelal e ku li hember derketina rewşa li Xezeyê hewcedariyeke mirovane ye. Lê belê tevî hikûmet û gelek derdorên ji ber tiştên li Xezeyê diqewimin diqêrîn, gazinan dikin û rondikên derewîn dirijînin, tenê carekê berê xwe nadin Kurdistanê. Yên ku jiholêrakinê ji bo kurdan rewa dibînin, li Filistînê rondikên derewîn dibarînin.”

Di nameyê de hat bibîrxistin ku kurd di zimanê xwe de perwerdeyê nabînin, di dadgehan de nikarin bi zimanê zikmakî ifadeyê bidin, ji ber wergera zimanê xwe neçar dimînin ku pere bidin û wiha pê de çû: “Ji ber dest ji çand û hebûna xwe ya civakî bernadin, ji kurdan re tunebûnê rewa dibînin. Her roj bombeyên kîmyewî diavêjin çiyayên kurdan, ji sivîlan bêhtir leşker û polîsan li bajaran tije dikin. Weke domdar qedexeya derketina kolanan îlan dikin. Car caran bi hezaran kurdan digirin û dixin girtîgehan. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bi rejîmeke ku li cîhanê mînaka wê nîn e, di girtîgehê de di qawîşa yekkesî de tê ragirtin. Nikare ji mafên xwe yên herî bingehîn sûdê bigire. Bi sedan girtiyên nexweş ên kurd hene û wan bernadin. Girtiyên wekî 30 salan di hundir de tên ragirtin, tevî temamkirina cezayên xwe nayên berdan.“

Girtiyan, di nameya xwe de bi bîr xistin ku tevî hemû zextan jî gelê kurd serî netewand û wiha gotin. “Bi taybetî 50 salên dawî, bi giştî jî dema ku em hûn bere xwe didin 200 salên bi şer derbasbûyî, dê baş were fêmkirin ku kurd serî natewînin. Ji ber wê divê dest ji van polîtîkayên serîtewandinê were berdan. Divê baş were zanîn ku ev feraset di Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn de tim dibe sedema krîz-gengeşiyan û dibe hinceta sepanên derveyî demokrasiyê nelirêtî û krîzên aborî.”

Di dirêjiya nameyê de hat gotin ku rêya çareseriya krîzên aborî, siyasî û demokrasiyê yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn; bi çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên adilane û demokratîk pêkan e. Herwiha di nameye de hat gotin ku rêya çareserkirina pirsgirêkê jî bi şertê azadiya Abdullah Ocalan pêkan e ku gelê kurd ji xwe re weke sermuzakeravan diyar kiriye.

Girtiyan di dawiya nameya xwe de banga tevlibûna kampanyayê li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kirine de ev tişt gotin: “Me wek girtiyên siyasî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bidem û dorveger kir. Heke ku ev daxwaza me ya rewa neyên pêkanîn, em ê çalakiya xwe bi awayeke dijwartir bidomînin. Em bang li her kesê xwedî rûmet dikin ku bila piştgiriyê bidin vê têkoşîna birûmet.”

Jinên li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê tên ragirtin jî têkildarî çalakiya xwe bi rêya parêzerên xwe peyamek şand. Jinan diyar kirin ku çalakiya wan ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan gaveke girîng e û di peyama xwe de wiha gotin: “Em pênc heval tev li çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger bûn. Birêz Ocalan ji bo gelan pêdiviyeke girîng e. Êdî roj ev roj e. Ev ne rewşeke ku em li bendê bimînine. Gelê kurd divê xwedî li vê pengavê derkeve û têkoşîna xwe bêtir bilind bike. Armanca girtiyan û daxwaza wan azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê çi bikeve berê me em ê wê bikin. Em dixwazin gelê me û dostên me jî tev li vê pêngavê bibin. Hêviya me û armanca me her ku diçe mezin dibe. Çi dibe bila bibe, em ê teqez serbikevin. Serkeftin ya me ye.” ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.