Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Amnesty International: Hêzên Îranê destdirêjiya zayendî li xwepêşanderan kirin

12/12/2023
in NÛÇE
A A
Amnesty International: Hêzên Îranê destdirêjiya zayendî li xwepêşanderan kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Rêxistina Efûya Navnetewî raporek li ser tundûtîjiya ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê li dijî xwepêşanderan tê kirin weşand û diyar kir ku ji bo çavtirsandin û bidawîkirina Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ serî li destdirêjiyên zayendî daye.

Rêxistina Efûya Navnetewî (Amnesty International) li ser tundûtîjiya ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê li dijî xwepêşanderan tê kirin, raporek weşand. Amnesty International diyar kir ku hêzên ewlehiyê yên Îranê ji bo çavtirsandin û bidawîkirina Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ serî li destdirêjiyên zayendî daye.

Di rapora ku 6’ê Kanûnê de hatiye weşandin de hate eşkerekirin ku ji bo tepisandin, tirsandin û fetisandina xwepêşanderan, herwiha bidawîkirina Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ hêzên ewlehiyê yên Îranê destdirêjiya zayendî li xwepêşanderên jin, zarok û mêran kirine.

Rapora Amnesty International ku ji 120 rûpelan pêk tê, bi sernavê “Bi Dirindane Destdirêjiya Zayendî li Min Kirin’ ku 45 kesên ji vê destdirêjiyê ji destê hêzên ewlehiyê yên Îranê rizgar bûne weşand. Ji van 45 kesan 26 mêr, 16 jin û 7 jî zarokin. Di raporê de serhatiyên van 45 kesan hatine belgekirin ku hêzên ewlehiyê yên Îranê destdirêjiya zayendî li wan kirine.

Herwisa ji 45 rizgarbûyên ku rewşa wan di raporê de hatiye belgekirin, 16 ji wan rastî tecawizê hatine ku 6 jin, 7 mêr, zaroka keçek ya 14 salî û 2 xortên 16 û 17 salî bûn. Di raporê de hate eşkerekirin ku 6 ji wan jî ku 4 jin û 2 mêr, rastî destdirêjiya zayendî komî hatine.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.