Di navbera navçeya Fafînê û gundên Um Hoş û Wehşiyê de, ji çar mehan ve, Kampa Berxwedan a koçberên Efrînê li ser rûpîvaneke bi qasî 10 hiktaran rûdine. Di kampê de 750 kon hatine venandin. Li gorî Hevserokê Meclîsa kampê Şêxo Îbrahîm di van konan de 750 malbat dijîn. Ango bi qasî 3400 mirovan in. Li gorî serjimariya kampê ji vê hejmara nişticiyên kampê; 1425 mêr û 1383 jin in. Zarokên temenê wan navbera 1 û 2 saliyê de 161, navbera 2 û 6 saliyê de 317, navbera 6 û 12 saliyê de 482 e. Hejmara keçikên temenê wan navbera 12 û 20 saliyê de 300, a xortan jî 253 ye. Jinên navbera 20 û 60 saliyê de 705, mêr jî 633 ne. Jin û mêrên ku temenê wan 60 saliyê derbas dike jî 175 in.
RÊXISTINKIRINA KAMPÊ

Hacer Şêx Hesen Cîgira Hevserokatiya meclîsa Kampê Berxwedan derbarê awayê birêxistinkirina jiyanê li Kampa Berxwedan de ev agahî bi me re parve kir: Ji bo birêvebirina jiyanê, kamp li gorî taxan hatiye dabeşkirin. Li her taxek komînek heye. Di her komînekê de 5 komîteyên xizmetguzarî, jin, parastin, tendirustî û lihevanînê hene. Li gorî hewceyê jî komîte tên zêdekirin. Di kampê de 14 komîn hene. Her komînek 55-60 konan digire nav xwe.
PERWERDE
Hevserokê Meclîsa Kampa Berxwedan Şêxo Îbrahîm aliyê perwerdê di kampê de wiha vegot: Ji bo şagirtên kampê bi koordîneya bi KPC-Demokratîk re dibistanek ji 20 refan hatiye vekirin. Di dibistanê de zêdeyî 495 şagirtên seretayî, 295 navîn û 182 amadeyî dixwînin. Ji ber kêmderfetiyan, destpêkê de şagirtên seretayî dest bi xwendinê kirin. Ew jî wê di 2 Tebaxê de karnameyên xwe werbigirin. Niha jî herdu refên navîn û amadeyî dixwînin.
XIZMETGUZARÎ
Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Kampa Berxwedan Hacer Şêx Hesen xebatên xizmetguzariyê li kampê wiha rave kir: Lojistîka kampê bi vî karî radibe. Mehê carekê sebze, du caran pêdiviyên xwarin, cil û berg û paqişiyê tên belavkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka bêkariyê du sûk hatine vekirin. Di 80 dikanên herdu sûkan de bi qasî 150 kes dixebitin. Ji bo ku ciwanên me betal nemînin, karên derveyî kamp mîna “pale, çinîn, tamîrat…hwd” tên dabînkirin. Lê dîsa jî têrê nake. Derbarê ceyran û ava kampê de Hesen got: Li kampê du ceneretor dixebitin. Hawûz û varêlên mezin ên avê li tevahiya kampê belvkirî ne. Herwiha ji bo paqijî û avdestxaneyan jî gelek cih hatine avakirin û kerevanên taybet hatine bicihkirin.
TENDIRUSTÎ
Hevserokê Meclîsa Kampa Berxwedan Şêxo Îbrahîm derbarê rewşa tendirustî de got: Li kampê tenê Heyva Sûr a Kurdî noqteyên tubî vekiriye. Carcaran hinek textorên pispor ji bo çend saetan heftane carekê ji Helebê tên. Lê bi giştî hejmara textorên pispor, alav û cureyên dermanên pêwîst têrê nake. Ne saziyên navneteweyî dişînin û ne jî rejîm rê dide em bi xwe bînin. Gelek mirovên me yên nexweş ji ber van nêzîkatî û kiryarên rejîmê jiyana xwe ji dest dane.
NY SÛCDAR E
Îbrahîm derbarê avakirina kampê û aliyên ku destek dane de ev tişt anî ziman: Li gorî rêgez û gerdişên navneteweyî, pêwîst bû saziyên girêdayî NY yên mîna UNHCR, HCDH, UNISEF, OMS,… hwd xwedî li gelê Efrînê derketibana. Lê mixabin ev sazî û dezgeh tenê sernavekî fireh in ku li gorî berjewendiya hêzên serdest tevdigerin. Îbrahîm tekez dike ku ev kamp bi îmkanên xweser û piştgiriya Rêveberiyên Xweser ên Cizîr, Kobanê, Şehba û Efrînê hatiye avakirin. Hemû xizmetên av, ceyran û kenalîzasyonê şaredariya kampê ku girêdayî Şaredariya giştî ye pê radibe. Îbrahîm nav axaftina xwe de got: Ji bilî Heyva Sor a Kurdî, gelên Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê ti kesek an aliyekî dîtir destek nedaye şêniyên Kampa Berxwedan. Derheqê gelê Efrînê de NY sûcdar e.
DEV JI DURÛTIYÊ BERDIN
Dawiyê de Cîgira Hevserokatiya Meclîsê Hacer Şêx Hesen tekez kir ku gelê Efrînê ji bo ku dûrî axa Efrînê nejî, li Şehbayê bi cih bûye. Tevî hemû zehmetiyan şêniyên Efrînê bi ruhê Berxwedan Serdemê li van kampan dijî. Hêviyên vegerê mezin in. Her çavên gel li riya Efrînê ne. Zilm û zora dagirkeriyê bingeha hevgirtina civakî ya ji pola ava kiriye. Ji aliyê xwe ve Hevserokê Meclîsa Kampa Berxwedan bang li sazî û dezgehên navneteweyî kir ku xwedî li erk û misyonên xwe yên mirovî derkevin û got: Êdî bes e! dest ji vê durûtiyê berdin.
Hêjayî gotinê ye ku dewleta dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê di 20 Çileya îsal de êrişî Kantona Efrînê kirin. Gelê Efrînê û şervanên wê 58 rojan bi îmkanên biçûk li hemberî van êrîşên hovane li ber xwe dan. Di encamê de, di 18 Adara îsal de gelê Efrînê mecbûrî koçberiya ber bi Kantona Şehbayê ve dibe. Ji bo ku gelê Efrînê ji warê xwe dûrnekeve li Şehbayê di nava herdu kampên (Berxwedan, Serdem) û gundan de bicih dibe. Heya niha jî ti sazî û rêxistineke navneteweyî yên eleqedar ne jî rejîmê destek nedane şêniyên Efrînê.
Idrîs HENAN






