Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bîlançoya êrişên li dijî herêma Firatê: 12 şehîd, 21 birîndar

09/12/2023
in NÛÇE
A A
Bîlançoya êrişên li dijî herêma Firatê: 12 şehîd, 21 birîndar
Share on FacebookShare on Twitter

Di êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêma Firatê de 12 welatî şehîd bûn û 21 kes jî birînar bûn. Her wiha zirarên mezin gihaştin binesaziyê.

Ji destpêka îsal ve, artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi obus û hewanan û bi rêya balafirên şer û yên bêmirov li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

Li herêma Firatê (kantona Kobanê û kantona Girê Spî) di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de 12 welatî şehîd bûn û 21 kes jî birîndar bûn.

Di 6′ê Çileyê de zarokê bi navê Xelîfe El Elî (10) ê ji gundê Xalidiyê ji ber êrişa balafireke bêmirov ji destê xwe yê çepê birîndar bû.

Di 17′ê Gulanê de di topbarana li dijî gundê Fatisê de 4 welatî birîndar bûn; Mihemed Fewaz El Weqai (18), Mehmûd Fewaz El Weqai (13), Mihemed Salim Kemal (26) û Mihemed El Belîx (30)

Di heman rojê de Mehmûd El Casim di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Cidêde yê li rojavayê navçeya Eyn Îsayê de, birîndar bû.

Di 2′yê Hezîranê de balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker gundê Esêlim ê li bakurê rêya M4 li başûrê navçeya Silokê bombebaran kir, di encamê de welatiyê bi navê Hisên Hemod El Mihemed (45) û hevjîna wî Hûriye Ayid El Dahir (35) li nava zeviya xwe birîndar bûn.

Di 18′ê Hezîranê de Cuma Salih ê ajokarê stêrê dema av dibir gundê Mestor ê li nêzî rêya M4, ji ber topbaranê birîndar bû.

Di 5′ê Tîrmehê de ajokarê ambulansê Muslim Nebî Oso (25) û hemşîre Sozdar Mistefa Osman (30) dema berê xwe da cihê topbarana artêşa Tirk, li qada Newrozê ya li Miştenûrê, hatibûn hedefgirtin û birîndar bûn.

Di 8′ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker li dijî malbata Xemîs El Hadî El Xelawî ya li gundê Şerke yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê komkujiyek pêk anî. Di encamê de 3 kes şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn. Navên şehîdan wiha ne; Dewze El Xelawî (60), Heya El Xelawî (10) û Ebdullah El Xelawî (30) û navên birîndaran wiha ne; Melek El Xelawî (12), Tehanî El Xelawî (5) û Heya Omer (25).

Di 4′ê Îlonê de di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Hiwêce yê navçeya Eyn Îsayê de ciwanê bi navê Îbrahîm Xelîl El Hemed birîndar bû.

Di 20′ê Îlonê de di topbarana li dijî gundê Ebû Nêtone yê rojavayê Eyn Îsayê de lingê Macid Îbrahîm Elî qut bû.

Di 21′ê Îlonê de ji ber êrişa balafireke bêmirov a artêşa Tirk li dijî gundê Sefawiyê yê rojhilatê Eyn Îsayê Qeben Ezîs El Xelîl (29) birîndar bû.

Di 27′ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker gundê Hidêriyat ê bajarokê Hîşe yê Eyn Îsayê topbaran kir, di encamê de Omer Mihemed El Ciwêd (35) şehîd bû, Mehfoz El Hemadî (30) û Muşêrî Enwer El Hemadî(32) birîndar bûn.

Di 5′ê Cotmehê de li Kobanê di bombebarana balafireke bêmirov a dewleta Tirk a li dijî kargeha temîrkirina erebeyan li gundekî Sirînê de 5 welatî şehîd bûn; Îsmaîl Xellî, Ebdurehîm Hecî, Ebdurehîm Nasan û di bombebaraneke din a li dijî motorsîklêtekê de Kêlo Şêx û Huzeyfe Hiso şehîd bûn.

Di 7′ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker maleke li gundê Xalidiyê yê rojavayê Eyn Îsayê bi tankê topbaran kiribû, di encamê de pîrejina bi navê Emşe Hilal El Begar (65) şehîd bû û hevjînê wê Mihemed Xelef El Elî (70) birîndar bû.

Di 9′ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Mestora yê li rojavayê Eyn Îsayê topbaran kir, di encamê de Elî El Eyaş (6) û Nadiya El Eyaş (8) ku kurapên hev in, şehîd bûn.

Di 25′ê Cotmehê de di topbarana dewleta Tirk a dagirker a li derdora Eyn Îsayê de Beşar El Feteş (23) birîndar bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.