Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Azadiya Rêber Apo azadiya civak û ciwanan e’

09/12/2023
in NÛÇE
A A
‘Azadiya Rêber Apo azadiya civak û ciwanan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Çalakiyên ciwanên bakur û rojhilatê Sûriyê yên ji bo piştgiriya kampaniya cîhanî ya azadiya Rêber Apo bê navber dewam dikin. Ciwanên bakur û rojhilatên Sûriyê diyar kirin ku ew ê bi berxwedanî û îradeya xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û pêlanên dagirkeran têk bibin.

Ji bo kampanya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a ku bi diruşmeya  ‘Ji Rêber  Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ çalakiyên ciwanên şorerşger yên bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Kampanya cîhanî ya azadiya Rêber Apo bi awayekî hevdem li 74 navendan li hin deverên cîhanê li 5-6 parzemînan dest pê kir. Wateya sembolîk a bûyîna li 74 welatan ew e ku temsîla temenê Abdullah Ocalan dike. Her wiha niha jî zêdetirî 100 navendên cîhanê tevlî kampaniya yê bûne. Dostên gelê kurd, siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr di heman demê de kampanya azadiyê dan destpêkirin. Li cîhanê xwedîderketineke mezin heye. Ev kampanyayeke demdirêj e. Hedef û armanc rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî ye.

Di çarçoveya kampanya cihanî ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya bi diruşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” di 10 Cotmehê de hatibû destpêkirin, ciwanên şoreşger yên bakur û rojhilatê Sûriyê ji rojnemeya me re axivîn.

Ciwanê Kobanî Mihemed Şiblî diyar kir ku ew wekî ciwanên şoreşger erka wan ya serke xwedî li fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derbikevin û wiha got: “Fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo jiyanek wekhev û demokrat derket holê û ji bo bidestxistina azadiya gelan tev digeriya. Azadiya Rêber Apo girînge ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn û bi taybet gelê kurd ku her tim rastî qirkirin û binpêkirinan tên. Em wekî ciwanên şoreşger erka me ya sereke jî ewe ku xwedî li vê felsefeyê derbikevin û hebûna xwe îsbat bikin. Rêber Apo hêviya hemû gelan e. Komploya ku di kesayeta Rêber Apo de hatiye meşandin bi berxwedana gelan û wekheviya di nav civakê de vala derket û pilanên dewletên navnetewî têk çûn.”

‘Pêwîste berxwedanî û tekoşîna me xurtir bibe’

Di heman çarçoveyê de Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a bakûr û rojhilatê Sûriyê Ronahî Hisên wiha got: ” jina ciwan Ronahî Hisên da zanîn ku ciwanên bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo Kampaniya a: “Armanca me ji çalakiyan misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e, ji ber ku bi azadiya wî em ê hemû azad bibin. Em kesên xwedî îrade û hêz in, divê berxwedanî û tekoşîna me berdewam be, ji ber ku wê bibe bersiv ji dijminê me yê hov re.”

‘Fikir û felsefeya Rêber Apo çareseriya pirisgirêka gelan e’

Ronahî Hisên wiha axaftina xwe bi dawî kir û got: “Pirsgirêkên ku civak tê re derbas dibin giştî bi ramanê Rêber Apo em dikarin çareser bikin û xwedî li wê fikirî derbikevin. Îro civak jî bi hev re di bin saya ramanê Rêber Apo dijîn û êşa hev derman dikin, ev jî wekheviya gelan û projeya Netewa Demokratîk ku Rêber Apo ji bo wê tevdigere, derdixe pêş. Bi rêya van çalakiyan em hewil didin bibin hêza çareseriyê ji pirsgirêkan re. Ev bi salana Rêber Apo di bin tecrîdek girankirî re derbas dibe ji aliyê hêzên hegomanîk ve. Dewletên dagirker hewil dan rêya qirkirin û tunekirinê li ser civakê bidin meşandin, lê beramberî wê me rêya aramî û azadiyê di bin fikirê Rêber Apo de hilbijart û li dijî dagirkeriyê em bûn xwedî helwest. Em ê her dem li ser piyan bin, me bi ciwantî destpêkir emê bi ciwantî serbixin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.