Ji ber kiryarên dagirkeran li Efrînê gel bêzar bûye. Çete her roj li Efrînê davêjin ser malan welatiyan direvînin û dest datînin ser malên wan. Li gundê Koçoman yê Cindirêsê 13 kesên din revandin. Li navenda Efrînê jî ji ber ku dagirker diziyê dikin eşîra El Bobena li dijî wan rabûn.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li navenda bajarê Efrînê bi hev dikevin.
Li gorî agahiyan li nêzî kafeteriya “Jîn Efrîn” ya li kolana Fîl a taxa Eşrefiyê ya şerên dijwar di navbera çeteyên Ehrar El-Şam û Furqet El-Hemzat de rû dan.
Hat ragihandin ku di encama şer de birîndarên çeteyan çêbûn.
Li navenda Efrînê li nêzî stasyona sotemeniyê ya kolana Fîl piştî ku çeteyan tireksek ji malbateke ji eşîreya El-Bûbena dizîn, di navbera eşîra El-Bûbena û çeteyên Ehrar El-Şam ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker şer derket. Di şer de 3 çete birîndar bûn.
13 KESÊN DIN
REVANDIN
Çeteyên girêdayî Firqet El Hemze ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 13 welatiyên sivîl ên Efrînê revandin, gel li dijî vê rabûn ser lingan.
Çeteyên Firqey El Hemze avêtin ser malên li gundê Koçoman ê girêdayî navçeya Cindirêsa Efrînê 13 kes revandin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, hate diyarkirin ku piştî ku çete welatî revandin, welatiyên gundê Koçoman li dijî dagirkeran rabûne ser lingan, heta nuqteyên leşkerên dagirker meşiyane.






