Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên Swîsreyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi sirûda ‘Ji bo şikandina tecrîdê serî hildîn.” Çalakî lidarxist.
Di pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên Swîsreyê bi sirûda ‘Ji bo şikandina tecrîdê serî hildîn’ ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Helvetîaplatz a Zurîhê çalakiyek kirin.
Tevgera şoreşgerên Tirkiyeyî jî piştgirî dan çalakiyê.
Li ser navê Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên Swîsreyê Dersim Koçgirî axivî û da xuyakirin ku li gelemperiya Ewropa bi pêngava ‘Serî Hilde’ ji bo azadiya Ocalan dest bi pêngavek nû kirin û bi vê çalakiyê starta çalakiyan tê dayîn. Koçgirî bibîr xist ku wê çalakî bidomin.
Koçgirî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got: “Bi salan e tecrîda girankirî li ser Rêbertiya me dewam dike. Dixwazin me û Rêbertiya me ji hev bikin. Em vê nêzîkatiyê napejirînin. Heta rêbertiya me azad bibe, em ê li ber xwe bidin. Wê ji niha û şûnde çalakiyên me yên li Ewropayê mezin bibin û bidomin. Em carekî din dibêjin; em ê tecrîdê bişkînin, Rêbertiya xwe azad bikin.”






