Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi rihê berxwedana zindanan wê  kampaniya azadiya Rêber Apo bi serkeve

02/12/2023
in NÛÇE
A A
Bi rihê berxwedana zindanan wê  kampaniya azadiya Rêber Apo bi serkeve
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/ Qamişlo

Çalakiya Girava Birçîbûnê ya Dorveger ku di 27’ê Mijdarê de, bi armnca tevlîbûna kampaniya cîhanî  ya azadiya Rêber Abdullah Oaclan li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 7’an de berdewam e. Girtiyên di girava birçûbûnê de ne wiha gotin: “Moral û coşa me gelekî zêde ye, em çiqasî bi rihê azadiyê hêzê bigrin em ê ewqasî nêzî azadiyê bibin. Govenda azadiyê ya li çiyê ruh dide bedena me.”

Bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 10’ê Cotmehê de kampaniya cîhanî  ay bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ’ destpê kir. Ji çar aliyên cîhanê, akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîstên têkoşerên maf, fîlozof, kesên hêjayî xelata aştiyê ya nobelê hatine dîtin, nûnerên rêxistinên jinan û kesayetên azadîxwaz tevlî kampaniyê bûn.

Kampaniya ku ji 74 navendên cîhanê destpêkir, di demeke kin de li tevahiya cîhanê belav bû û jimara navendên cîhanê yên ku tevlî kampaniyê bûn 100 derbas kir. Li her çar perçeyên Kurdistanê jî ji bo piştgiriya kampaniyê çalakiyên bi heybet hatin li dar xistin û hîn jî ev çalakî dewam dikin.

Di çarçoveya piştgiriya kampaniya azadiya Rêber Abdullah Ocalan, li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku wê heta 15’ê Sibatê berdewam bike, hatibû destpêkirin. Li gorî  Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci  ku li Anatolyaya Navîn li 21 bi giştî jî li 104 girtîgehan greva birçîbûnê dest pê kiriye. Herwiha girtiyên ku di girava birçîbûnê de ne wiha gotin; “Moral û coşa me gelekî zêde ye. Bi ruhê azadiyê em çiqasî hêzê tevlî xwe bikin ewqasî em ê nêzî azadiyê bibin. Govenda azadiyê ya li çiyê ruh dide bedena me. Her tim bi başî, govendê û bi coş bimînin.”

Hêjayî bibîranînê ye ku di 26’ê Mijdarê de girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku wê bi greva birçîbûnê ya dorveger tevlî kampaniya Cîhanî ya 10’ê Cotmehê bibin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd destpê kiriye.Di heman daxuyaniyê de hat gotin ku ewê bi Çalakiya Greva Birçîbûnê ya Dorveger tevlîbûna xwe ya ji bo pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ nîşan bidin. Herwiha di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku ew ê li her qadeke ya girtîgehê plan û hejmara kom û roja çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger, li gorî şert û mercên xwe diyar bike, herwiha kesên nexweş, kal û du sal ji bidawîbûna cezayên wan re mane, wê tevlî çalakiyê neyên kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha hatibû gotin: “Bi vê wesîleyê em 27’ê Mijdarê salvegera 45’emîn a damezrandina partiya xwe PKK’ê bi pêngaveke nû ya berxwedanê pêşwazî dikin, bi hestê dilsoziyeke mezin Rêber Apo ku paradîgmaya jiyana azad diyarî gelên me kiriye silav dikin, şehîdên xwe yên leheng ku hejmara wan digihije 40 hezarî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.