Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan Ewropa bikeve nava tevgerê’

02/12/2023
in NÛÇE
A A
‘Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan Ewropa bikeve nava tevgerê’
Share on FacebookShare on Twitter

Nûnerê Tevgera Potere al Popolo a Îtalyayê Maurîzîo Coppola diyar kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan çavkaniya îlhamê ye û got: “Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan Ewropa bikeve nava tevgerê.“

Paradîgmaya civaka demokratîk, azadîxwaziya zayendî û ekolojîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 25 sal in li zindana Îmraliyê dîl tê girtin û nêzî 33 meh in tu agahî jê nayê girtin, belavî gelên cîhanê dibe. Tevgera Potere al Popolo a Îtalyayê yek ji tevgerên ku di lêgerîna ji rizgarbûna krîzên modernîteya kapîtalîst de paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çavkanî digire ye.

Di navbera 17-19’ê Mijdarê de li bajarê Basel ê Swîsreyê ji aliyê Akademiya Modernîteya Demokratîk ve bi sernavê “Hunera Azadiyê-Birêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedanê yên Kolektîf” konferansek hat lidarxistin. Konferans nûnerên gelek rêxistinên ji Ewropa, Efrîka, Latîn Emerîka, Asyayê û nêzî 200 kesên ji gelên cuda anî ba hev.

Di konferansê de krîza modernîteya kapîtalîst, rêyên çareseriya krîzê û perspektîfên çareseriyê hatin nîqaşkirin. Her wiha li ser dagirtina valahiya navbera tevgerên civakî yên li parzemînên cuda, berfirehkirina perspektîfên hevpar û xetên berxwedanê yên stratejîk nîqaşên girîng hatin kirin. Di navenda nîqaşan de girîngiya paradîgmaya civaka demokratîk, azadîxwaziya zayendî û ekolojîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû.

Têkîldarî konferansa Modernîteya Demokratîk, girîngiya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelan, şert û mercên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” em bi nûnerê Tevgera Potere al Popolo a Îtalyayê Maurîzîo Coppola ku beşdarî konferansê bûye re axivîn.

‘Paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo me çavkaniya îlhamê ye’

Coppola diyar kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navenda nîqaşên konferansê de bû û wiha got: “Me di nava rêxistinê xwe de û bi hevalên xwe re nivîsên Abdullah Ocalan ên bi zimanê Îtalî û zimanên din hatine wergerandin, xwend. Nivîsên Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî ji bo me dibe çavkaniya îlhamê. Îlhameke ku çavkaniya xwe ji têkoşîna rizgariya gelê Kurd a li dijî zextên mêtînkar û emperyalîst digire.”

Maurîzîo Coppola wiha berdewam kir: “Em dizanin ku ne pêkan e fikreke ku li xaka Kurdistanê hatiye pêşxistin kopî bikin û bi têgehê xwe ve girê bidin. Belê, ramanên Abdullah Ocalan ji bo me çavkaniya îlhamê ye. Em bi saya van ramanan fêr dibin ku hizrên xwe nû bikin. Lê her tim girîng e ku nêzîkatiyeke rexnegir jî bipejirînin. Gelo pêkan e paradîgmaya Abdullalh Ocalan bigirin û bi awayek hêsan li Îtalyayê pêk bînin? Em di wê baweriyê de ne ku ev ne pêkan e. Lê paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo pêşketina di îdeolojî û pratîkê me de çavkaniyeke bingehîn a îlhamê ye.”

‘Parastina azadiya Ocalan ji bo me esas e’

Maurîzîo Coppola pirsa me ya têkîldarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi daxuyaniyeke hevpar hatibû destpêkirin, bersivand û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Pêngava azadiyê ku ji bo Abdullah Ocalan hat destpêkirin, pir girîng e. Eger hûn parêzvanên demokrasiyê bin û bixwazin di nava civakê de nêrînên cuda hebin, hûn nikarin girtina kesekî ku têkoşîna azadiyê dide, qebûl bikin. Ev rewşeke dij-demokratîk e. Ji ber vê yekê parastina demokrasî û daxwazkirina azadiya Abdullah Ocalan ji bo me esas e.”

Coppola destnîşan kir ku pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî ji bo Tevgera Potere al Popolo a Îtalyayê jî girîng e û wiha domand: “Ev pêngav ji bo me jî girîng e, ji ber ku têkiliyên nêz ên Îtalyayê bi Tirkiye û rejîma Erdogan re heye. Têkiliyên wan ên leşkerî hene; Îtalya çekan difroşe Tirkiyeyê û ev çek piştre di şerê li dijî gelê Kurd de tên bikaranîn. Têkiliyên dîplomatîk ên Îtalyayê bi Tirkiyeyê re hene. Yekîtiya Ewropayê (YE) ku Îtalya jî endamê wê ye, pere dide Tirkiyê ku penaber li Tirkiyeyê bimînin û neyên Ewropayê. Ev rewşeke dij-demokratîk e, ne mirovî ye. Ji ber vê yekê dijminek heye ku divê em bi hev re bi awayên cuda têbikoşin. Ji ber vê yekê daxwazkirina azadiya Abdullah Ocalan beşek ji têkoşîna me ya hevpar e. Lewma em piştgiriya pêngava azadiyê dikin û hewl didin civaka Îtalya û Ewropayê bikin şirîkê vê pêngavê.”

‘Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan Ewropa bikeve nava tevgerê’

Coppola anî ziman ku divê dewletên Eworpayê bi taybet Îtalya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikeve nava tevgerê û got: “Azadiya Abdullah Ocalan wê li Tirkiyeyê demokrasiyê bîne. Eger Abdullah Ocalan azad bibe, wê tevgerên Kurdan bikaribin xwe bi awayeke azad îfade bikin. Ev yek jî di welêt de wê demokrasiyê bi xwe re bîne. Divê Ewropa ku xwe weke parêzvanê demokrasiyê pêşkêş dike, ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.