Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê ragihand ku li ser rêya Cizîr-Şirnex, Lêlîkan û Geverê li dijî hêzên dagirker çalakiyên ‘bi bandor’ lidarxistine.
Li gorî daxuyaniya navenda HPG’ê dayîn, li ser rêya Cizîr-Şirnexê 2 otobusên li nava konvoya leşkerî hatin rûxandin, li herêma Lêlîkan a Başûrê Kurdistanê jî li dijî du çeperên dagirkeran çalakî hatin kirin û li Geverê jî wesayîteke zirxî bi temamî hate rûxandin.
HPG’ê têkildarî çalakiyan ev agahî da:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 26’ê Tîrmehê saet 21:30’î, hêzên me li dijî konvoyeke artêşa tirk a dagirker ku ji Şirnexê diçû Cizîrê çalakiyek pêk anîn. 2 otobusên di konvoyê de bi derbên giran ên hêzên me bi temamî hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin.
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin.
26’ê Tîrmehê saet 14:20’î li dijî artêşa tirk a dagirker a li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyek pêk anîn. Ji du baskan ve derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin.
27’ê Tîrmehê saet 04:40’î, li nêzî qereola Şivê ya li bajarokê Bajergeh ê navçeya Geverê ya Colemêrgê, hêzên me li artêşa tirk a dagirker a li nêzî girekî xistin. Di encamê de wesayiteke zirxî hate rûxandin. Hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.”






