Rojnameya Ronahî

Bêlançoya êrişên meha mijdarê yên li dijî herêma Efrîn û Şehbayê

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber dewam dikin. Hêzên parastinê bi daxuyaniyekê bêlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêma Efrîn û Şehbayê yên meha Mijdarê eşkere kir.
Navenda Nûçeyan/ Qamişlo
Hêzên parastinê yên herêma Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê bêlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêma Şehba û Efrînê yên meha mijdarê , eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat ragehandin ku di roja 2 Mijdara 2023’an de drona xwekuj a dewleta Tirk a dagierker gundê Şêx Îsa yê girêdayî herêma şehbayê bombaran kir, di encamê de tu zirar çênebûn.
Herwiha di roja 15’ê Mijdara 2023’an de drona xwekuj a dewleta Tirk a dagirker gundê Ayn Deqnê yê girêdayî navçeyaTşl Rifat bomberan kir , di encamê de tu zirar çê nebûye. Di heman demê de jî keşfa biçûk a dagirkeriya Tirk bi 2 rokêtan gundê Şewerqa ya navçeya Şera bombaran kir û di encamê de tu zirar çê nebûn.
Di roja 21’ê Mijdara 2023’an de balafira keşfê ya dewata Tirk bi rokêtan gundê zirneyîtê yê navçeya Şêrewa bombaran kir, di encamê de tu zirar çênebûn.
Di roja 24’ê Mijdara 2023’an de balafira keşfê ya dewata Tirk bi rokêtên gundê zîwanê ya herêma Şehabye bombaran kir, di encamê de tu zirar çê nebûn.
Di roja 29’ê Mijdara 2023’an de dagirkeriya Tirk navçeya Til Rifatê ya girêdayî herêma Şehbayê bombebaran kir û di encam de zirarên madî çêbûn.
Di dewamiya daxuyaniyê de hat ragehandin ku dagirkeriyaTirk bi giştî 3’ê caran bi dronên xwekuj, 4 caran bi dironên bi çûk êrîşî herêma Şehbayê kiriye. Herwiha dagirkeriyê bi 293’ê obîsan, 231 guleyên hawanan, 132 guleyên gombetarê û fuzekê êrîşî herêmê kiriye.
Li gorî daxuyaniyê di emcama êrişên dagirkeriya Tirk de 4 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn e.