Rojnameya Ronahî

Qedexeya li ser PKK’ê encamê nagire

Parlamenter Jelpke nerazîbûn nîşanî Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn da ku saziyên Kurdan krîmînalîze dike û got, “Li gorî rapora dawî, hejmara endamên PKK’ê yên li Elmanyayê zêde bûye. Ev jî nîşan dide ku qedexe bi kêr nayê.”
Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye, rapora xwe ya par roja Sêşemê ji çapemeniyê re eşkere kiribû. Di raporê de hate ragihandin ku PKK li gorî salên bihurî hêza xwe dipareze û hejmara “endam û alîgirên” PKK’ê yên li Elmanyayê 14.500 kes e. Hatibû îdîakirin ku par ev hejmar 14 hezar bû.
Di raporê de saziyên Kurdan ên weke Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), Azadî ku ji bo mafên girtiyên Kurd têdikoşe û rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê hatin krîmînalîzekirin. Yek ji kesayetên li Elmanyayê ku nêzî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jeplke nerazîbûn nîşanî Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn da û tespîtên di raporê de hatin kirin rexne kir.