Li Tirbesipiyê çandinî ji nûve pêş dikeve û geş dibe. Tirbesipiyê bi çandiniya xwe bi nav û deng e û erdê wê jî ji bo vê kêrhatiye. Cotkarên Tirbesipiyê piştî ku Saziya Çandiniyê piştgiriya pêwîst da wan ji nû ve dest bi çandiniya sebze û pembû kirin.
Piştî bicihanîna hinek daxwazên cotkaran, çandiniya sebze û pembo li Tirbespiyê geş dibe. Cotkarên navçeyê di vê salê de 12 hezar û 251 donim zevî çandine.
Cotkarên navçeya Tirbespiyê, piştî ku Saziya Çandiniyê piştgiriya pêwîst dayê, ji nû ve dest bi çandiniya sebze û pempo kir. Di salên dawîn de çandinî li navçeyê ji ber kêmbûna semad û dermanan paşde mabû.
Vê salê qadên ku bi sebzeyên havînê hatine çandin 8 hezar û 290 donim û bi pembo 3 hezar û 961 donim e.
Bi destpêka vê salê re Saziya Çandiniyê ya Tirbespiyê ji bo naskirina sedemên paşdeçûna rêjeya çandiniya sebze û pembo li herêmê û ji bo pêşxistina wê, rêzecivîn ji cotkaran re li dar xistin.
Di civînan de pirsgirêkên ku li ber çandiniyê li herêmê dibin bend, hatin naskirin, jê; kêmbûna mazotê û tunebûna dermanên kurmik û kêzikan.
Li ser wê Saziya Çandiniyê rêjeya mazotê kir du qat. Nêzî 1 milyon lître mazot li ser cotkaran bi destpêka werza çandiniyê re belav kir.
Ji bo rêgirtina li ber belavbûna nexweşiyan di nav zeviyan de, Saziya Çandiniyê dermanên kêzikên bi zirar belav kirin. Her wiha semad li gorî pêwîstiya cotkaran belav kir.
Endamê rêveber ê Saziya Çandiniyê yê Tirbespiyê Mihemed Emîn Musa diyar kir ku sazî bi armanca zêdekirina hilberîna çandiniyê û bi armanca bicihanîna pêwîstiya navçeyê ya çandiniyê, hemû pêwîstiyên cotkaran pêşwazî dike. Navçeya Tirbespiyê bi çandiniya sebze û pembo navdar e…ANHA






