Muduriyeta Tûrîzmê ya girêdayî desteya Tûrîzm û Şûwaran a herêma Cizîrê dest bi hemleya paqijkirina cihên tûrîzmê û perezgehên xwezayî, kir.
Muduriyeta Tûrîzimê ya herêma Cizîrê bi armanca paqijkirina cihên şûnwaran û perezgehên xwezayî dest bi hemleya paqijkirinê ya wan deveran, kir.
Di vê çarçoveyê de buroya raghandinê ya Muduriyeta Tûrîzmê ya Qamişlo ragihand ku wan di 24`ê tîrmehê de dest bi hemleya paqijiyê kirine û wê hemleya wan heta dawiya mehê berdewam bike.
Derbarê mekanîzmeya kar û çalakiyên li herêmê buroyê da zanîn ku wan bi hevkariya şaraderiyên gel ên hemû herêm û naçeyan dest bi pêngava paqijkirina cihên tûrîzmê û perezgehên xwezayî kiriye…ANHA






