Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Paqijiya li gundewarên Dêrazorê didome

28/07/2018
in Uncategorized
A A
Paqijiya li gundewarên Dêrazorê didome
Share on FacebookShare on Twitter

Komîteya Xizmetguzarî û şaredariyan di bin çavdêriya Meclisa Sivîl a Dêrazorê de bi armanca rakirina sergoyê ji rêyên gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê, dest bi pêngava paqijiyê ya bi navê “Hemleya Firatê” kir.
Alavên paqijyê dest bi rakirina sergo û bermahiyên xirakirinê ku ev 7 sal e hatiye paşguhkirin, kir. Ji ber vê yekê rê hatin girtin, şêniyên herêmê jî ji ber vê yekê gelek zehmetiyan dibînin û nexweşî belav dibin.
Meclisa Sivîl a Dêrazorê û komîteyên xizmetguzariyê piştî civîna xwe lidarxistin bi awayekî lez dest bi amadekariyên projeya “Hemleya Firatê” kir.
Piştî civînê projeya paqijkirinê li gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê dest pê kir. 92 karker tev li pêngavê bûne. Pêngav ji gundê El-Cenîna yê gundewarên rojavayê bajêr destpê kir û wê heta herêma El-Cezrat berdewam bike.
Meclisa Sivîl a Dêrazorê cihek li çolistanê diyar kir da ku sergo lê were komkirin. Li wê derê kortek bi kûrahiya 15 metreyan hate kolandin da ku çop têde were veşartin û ji bo ku nexweşî jî belav nebin.
Her wiha meclisê 197 selikên çopê û 47 erebeyên biçûk ji bo komkirina çopê diyar kirin.
Yek ji rêveberên Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê û berpirsê projeya paqijkirinê Yasir El-Ewad diyar kir ku ev çend roj e wan dest bi paqijkirinê kiriye û wê 5 mehan berdewam bike.
Hate zanîn ku 282 hezar dolar ji bo vê projeyê hatiye veqetandin.
Piştî ku gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin, Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi hemû hêza xwe xizmeta şêniyên herêmê dike…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.