MSD xebatên xwe yên ji bo çareseriya aloziya Sûriyê û demokratîkbûna Sûriyê bê navber didomîne. Heta niha MSD’ê ji bo çareseriyê gelek proje pêşkêşkirine û gelek caran eşkere kiriye ku ew ji danûstandinê re amade ne. Heyetek ji rayedarên payebilind yên MSD’ê li ser vexwendina hikûmeta Sûriyê bi awayekî fermî serdana Şamê kir.
Heyetek ji Meclîsa Sûriya Demokratîk, li ser vexwendina hikumeta Sûriyê bi awayekî fermî serdana Şamê kir.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, heyeta MSD’ê li ser bingeha diyaloga navbera her du aliyan serdana Şamê kir.
Li ser mijarên ku di navbera her du aliyan de hatine nirxandin hîn agahiyeke zelal bi dest neketiye.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), Hevserokê MSD’ê Riyad Derar diyar kir ku li ser vexwendina hikumeta Beşar El Esad wan ‘yekemîn serdana xwe ya fermî ya li Şamê’ pêk anîne.
Derar got, “Em li ser çareseriyeke ji bo Bakurê Sûriyê dixebitin” û destnîşan kir ku ew hêvîdar in encameke “erênî” ji hevdîtinê derkeve. Derar got, di hevdîtinan de ti pêş şert nehatine destnîşankirin.
Tê gotin ku heyet ji rayedarên payebilind ên siyasî û leşkerî pêk tê.






