Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li dijî êrîşan yekîtiya gelê Kurd pêwîste

28/07/2018
in Uncategorized
A A
Li dijî êrîşan yekîtiya gelê Kurd pêwîste
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Komîteya Giştî ya Partiya Demokratîk a Kurd Li Sûriyê Fethullah Hiso diyar kir ku dewleta tirk hewl dide bi rêya Peymana Mîsakî-Milî gelê kurd ji holê rake û destnîşan kir ku divê hikumeta başûrê Kurdistanê sînorekî ji bo zêdegaviyên Tirkiyê yên li Başûr deyne.
Têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd û parastina gelê kurd ji êrîşên derve, endamê Komîteya Giştî ya Partiya Demokratîk a Kurd Li Sûriyê Fethullah Hiso axivî û diyar kir ku gihiştina hemû aliyên kurd ji çareseriyeke siyasî re, ji bo parastina gelê kurd ji hemû êrîşên derve bi taybet êrîşên dagirkeriya tirk pêwîste û ew jî bi lidarxistina kongreya netewî ya Kurd pêkan e.
Hiso di axaftina xwe de destnîşan kir ku dagirkeriya tirk hewl dide Peymana Mîsakî-Milî pêk bîne û wiha got: “Tirkiye armanc dike ku gelê kurd ji holê rake û bi taybet li başûrê Kurdistanê. Lewre divê Hikumeta Başûrê Kurdistanê bi awayekî cidî li hemberî êrîşên dewleta tirk li ser başûr bisekine û destûr nede ku dewleta tirk xaka wan dagir bike.”
Hiso destnîşan kir ku Tirkiye bi rêkeftinekê bi Rûsyayê re û di nav bêdengiya navneteweyî de Efrîn dagir kir û 17 navendên leşkerî li başûrê Kurdistanê ava kirin û wiha dewam kir: “Tirkiye bi bêdengiya Hikumeta Başûrê Kurdistanê dixwaze Kurdistanê bi awayekî berebere dagir bike.” Hiso, ji bo sekinandina êrîşên Tirkiyê, ji partiyên kurd xwest ku kongreya nîştîmanî ya Kurdistanî li dar bixin.
Hiso destnîşan kir ku yekemîn hêza ku li dijî referanduma başûrê Kurdistanê sekiniye dewleta tirk bû. Hiso got, “Dewleta Tirk, Hikumeta Başûrê Kurdistanê bi komkirina hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorên başûrê Kurdistanê tehdîd kir. Ji ber wê divê partiyên ku li gorî siyaseta Tirkiyê kar dikin, jê dûr bikevin û li gorî berjewendiya gelê kurd bixebitin.
Têkildarî êrîşên dewleta tirk li ser başûrê Kurdistanê Hiso ji hikumeta Iraqê xwest ku li dijî êrîşan bisekinin û wiha got: “Tu qanûnek ne ji Tirkiyê re û ne ji tu dewletekî din re destûr nade ku derbasî xaka dewletên cîran bibe û êrîşan pêk bîne. Her wiha divê hikumeta Iraqê li hemberî van êrîşan bê bertek nemîne”.
Di dawiya axaftina xwe de, endamê Komîteya Giştî ya Partiya Demokratîk a Kurd Li Sûriyê Fetullah Hiso wiha got: “Em gelê kurd hewl didin dewleteke demokratîk pirrengî hemû pêkhateyên xwe qebûl dike, ava bikin û em wek gel ji aliyê hinek dewletan û bi taybet dewletên ku li ser Kurdistanê serwer in hedef hatine girtin. Ji erka me ye çi li Rojava dibe û çi li Başûr dibe parastina gel û axa xwe bikin.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.