Rojnameya Ronahî

Serpêhatiyên jinên kurd li Efrînê

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve û heta niha li dijî tevahiya gel û bi taybet li dijî jinan kiryarên dijmirovî pêk tîn in. Hin jinên ku di Efrînê de bûn û bûne şahidê kiryarên dagirkeriyê serpêhatiyê jinan vegotin.

Zana Roj/ Şehba

Tundiya li ser jinê ku bi sedê salan e dewam dike bûye  gerdûnî. Li çar aliyên aliyên cîhanê jin tê kuştin, revandin, tecawizkirin û işkencekirin. Di roja îro de jin li gelek welatên rojhilata navîn nikarin di civaka xwe de mafên xwe bi lêv bikin. Mînaka wê jî rewşa jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îran, Bakistan, fxanistanê û gelek welatên din jî li ber çavan e. Di civaka Îslamî de di bin kevneşopî û qalibên paşverû de jin nikare bi tena xwe seriyê xwe jî ji male derxe. Li Ewropayê jî  jin bûye weke amûreke bikaranîna berjewendî û armancên hişmendiya serweran. Derveyî wê di her kêliyê de jin li seranserî cîhanî rastî tundiya fîzîkî û pîskeolojîk tê ku dibe sedema xwekuştinê. Di nava van qeyran û kirîzan de cîhan li beramberî van sûcan bê denge.

Di heman çarçoveyê de devera herî zêde ku li dijî jinan kirayarên dijmirovî tên kirin, Efrîna dagirkirî ye. Li Efrînê û tevahiya herêmên dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane jinan direvînin, dikujin û tecawiz dikin. Ev kiryar jî tev li pêş çavê cîhanê tên kirin, lê cîhan jî wekeî her car bêdeng e.

Derbarê kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan,  sê jinên ku li Efrînê bûn û bûne şahidên sûcên li dijî jinan ji rojnameya me re axivîn.

Vegera hemwelatiyan ji Efrînê re xapandina herî mezine

Jina Efrînî (S. B) da zanîn ku piştî dagirkirina Efrînê, ew û malbata xwe bi gelê Efrînê re berê xwe dan herêma Şehbayê û li wir bi cih bûn, lê ew hatin xapandin û careke din berê xwe dan Efrînê û wiha anî ziman: “Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dagirkiriya Tirkiyê ve. Em bi gelê xwe re derbasî herêma Şehbayê bûn. Her wiha em li bajarokê Til Rifetê bi cih bûn. Bê guman me bi cîran û mirovên me yên li wir mane re dixavîn, piştî demekê em îqna kirin ku em vegerin gund, mal û milkê xwe. Li ser wê esasê em teşwîq bûn û em vegeriyan Efrînê. Lê piştî em derbasî Efrînê bûn me naskir ku em hatine xapandin. Piştî em vegeriyan çeteyan qebûl nekirin ku mal û erdên me yên ku desteser kirine, li me vegerînin.”

Kiryarên dagirkeriyê derheqê jinên Kurd de

(S. B) di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tundî û destdirêjiya ku li ser jinan tê kirin û wiha pê de çû: “Di bajarê Efrînê de hemû cureyên destdirêjiyê di derheqê jinê de tê kirin. Rojek derbas nabe bêyî ku sûcek neyê kirin. Rojane jinên Kurd tên revandin, kuştin, zewaca temen biçûk, zewaca bi darê zorê, destdirêjî û hwd. Dema ez li wir bûm, keçek bi navê (Valentîne) ku zewaca bi ceteyekî re red kiribû, ji aliyê çeteyan ve hemû malbata wê hat tehdîd kirin yan wê pê re bizewice yan jî wê were kuştin. Her wiha bûyerek din li gundewarên derdor me hat qewmandin, çeteyekî destdirêjî li zarokekê 13 salî kir.”

Çîroka jina Efrînî yê ku ji dujehê xilas bûye

Jina Efrînî (M. Î) ya ji gundê çaqmaqa yê girêdayî navçeya Reco ye ku beriya çend mehan ji Efrînê derketiye wiha behsa serpêhatiyên xwe yên de kir: “Dema ez li Efrînê bûm , ez du caran ji aliyê çeteyên Sultan Murad ve hatim girtin û bi hinceta ku min gotibû çekeke hevjînê min heye, ez bi seatan di lêpirsînê re derbas bûm. ”

(M. Î) diyar kir ku hevjînê wê jî di nava çeteyan de bû û wiha domand: “Hevjînê min tevlî komên çeteyan bû û bi jineke ji malbatên çeteyan re zewicî. Ew zilam ji wan çeteyan ne baştire. Her roj ez lêdan dikirim û weke esîrekî nêz min dibû. Bi rastî her roj ji bo min weke kabûsekê bû û bi çend gotinan ez nikarim rastiya ku min jiyan kirî îfade bikim. Her wiha min du zarokên xwe li pey xwe hîştin, ji ber bavê wan nehîşt ez bi xwe re bînim. Raste ez ji wê dujehê xilas bûm lê her du zarokên min û bi hezaran jinên Kurd di wê qirkirinê û dujehê de jiyan dikin.”

‘Çarenûsa jinên di Efrînê de ne diyar e’

Di heman çarçûveyê de jina bi navê (F. M) ku dayîka 3 keçikan û 2 xurta û niha li kampa Serdem jiyan dike, serpêhatiya xwe wiha anî ziman: “Çeteyan di destpêkê de zarokên lawê meta min girtin, piştira keça min ya biçûk girtin û di hemû cureyên îşkencê re derbas kirin. Her wiha keça min ya mezin 2 caran hate girtin. Ez û lawê xwe jî 2 caran hatin girtin û bi hinceta lêpirsînê em 8 saetan di îşkencê re derbas kirin. Dema ku keça min hatiye girtin jineke din pê re birin lê ji ber lêdanê û îşkenceyê wê jinê jiyana xwe ji dest da. Heyanî vê kêliyê tu agahî derbarê keça min de nînin û çarenûsa wê ne diyar e. Li gorî agahiyên ku hatine ji me re keça min niha di zîndana (Maratê) de ye û ji bo serbestberdana wê baceyek pir mezin ji pereyan dixwazin.”

Serpêhatiyên jinan li Efrîn û tevahiya herêmên dagirkirî pir zêde ne,  tenê ev çend çîrokên ku me karî ji devên jinên ku şahidên kiryarên dagirkeriyê bûn û derbasî herêma Şehbayê bûne, bigrin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn- Sûriye ji destpêka dagirkirina herêma Efrînê ve, zêdetirî 1000 jin hatine revandin. Herwiha zêdetirî 100 jin hatine kuştin û  ji wan 10 bûyerên xwekuştinê ne. Li heman çavkaniyê çeteyan destdirêjî li ser 74 jinan kirin e û 1000 jin jî birîndar bûne