Zana Roj/ Şehba
Hikumeta Şamê bi armanca şikandina vîna gelê Efrînê yê li Şehbayê, dorpêçekê giran li ser herêma Şehbayê feriz dike û nahêlê ku sotemenî, derman û pêdiviyên jiyanê derbasî herêmê bibe. Di encama dorpêçê de tevahiya kar û xebatên tenduristî, perwerde û xizmetguzariyê hatin rawestandin û rê li ber karîseteke mirovî vebû. Tevî zehmetiyan jî gel li bibiryardariyeke mezin li ber xwe dide û di riya têkoşînê de gavan bi paş ve navêje.
Piştî dagirkirina Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve 18 ê Adara 2019’an de, gelê Efrînê derbasî herêma Şehbayê bû. Rêveberiya Xweser li vê deverê xwe bi rêxistin kir û ji bo gel dest bi xizmetê kir. Her wiha hemû sazî û tevger hatin avakirin û di asta herî jor de alîkariya gel hate kirin. Ji wê demê û pê ve siyaseta dorpêç û êrişan li ser herêma Şehbayê hat destpêkirin. Li aliyekê êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmê hatin domandin, li aliyê din jî hikumeta Şamê dest bi dorpêçê kir û hîn jî ev dorpêç dewam dike. Siyasetên li hemberî herêma Şehbayê tên meşandin hemû bi yek armancê ne, armanca wan jî di asta yekemên de têkbirina sîstema Rêveberiya Xweser re, herwiha têkbirina vîna gel û dagirkirina herêmê ye. Lê belê ev yek negihîşt tu encaman. Rûxmî hemû zehmetî û êrîşan jî gelê berxwedêr bi girêdana xwe ya bi xeta şoreşê re, hemû pilanên dagirkeriyê têk birin û bi têkoşîneke bêhempa li ber xwe didin.
Ji êrîşên dagirkeriya Tirkiyê zêdetir, di aliyê jiyanê de hikumeta Şamê bi dorpêçeke giran herêmê dixe hedefa xwe. Îsal careke din bi hatina demsala zivistanê re, dorpêça li ser herêmê girantir kir. Ev dorpêç dibe sedema têkçûna binasaziya herêmê. Ev dorpêç di asta yekemîn de bandora xwe li ser aliyê tenduristî û nexweşxaneyan dike. Li gorî agahiyên ku me ji Desteya Tenduristî û ji Rêvebriya Nexweşxaneya Avrîn wergirtine rewşa tenduristiyê gihîştiye asteke metirsîdar.
Ji ber dorpêçê beşa tenduristiyê hatiye sekinandin
Desteya Tenduristiyê li herêma Şehbayê bi temamî ji kar û xebatê hatiye rawestandin. Ji ber ku madeya mazotê madeyekî esasî ya hemû tevgerên jiyanê ye. Di encama tunebûna sotemeniyê de beş û xebatê tenduristiyê mecbûr dimîne were sekinandin. Desteya Tenduristiyê aliyekî esasî ya peydakirin û destekdayîna nexweşxaneyê ye. Weke ku hatiye diyarkirin ji ber tunebûna mazotê û kêm derfetan nexweşxane bi awayekî qismî hatiye sekinandin. Herwiha ambolansên nexweşxaniyê jî hatine rawestandin. Deboyên tenduristiyê tev endaman hatine sekinandin. Her wiha ya herî girîng peydakirina oksîceynê ji bo nexweşxaneyê ye, lê belê oksîceyîn derbasî herêmê nabe û ev yek rê li ber karîseteke mirovî vedike.
Tunebûna oksîceynê li herêmê rê li ber karîseteke mirovî vedike
Bi taybet di demsala zivistanê de nexweşiyên ku di encama sermayê de tên rudan gelekin. Gelê di kampan de rastî astengiyên mezin tên. Zarokên biçûk hewcedariya wan bi Rezaz û Oksîceynê heye. Ger ev yek di dema wê de neyê peydakirin wê rê li ber kerasetên mezin were vekirin. Hikumeta Şamê bi vê dorpêçê hemû pîvanên mirovî bin pêdike û dibe sûcdar.
Nexweşxaneya Avrîn ji xizmetê hatiye derketin
Di giştî herêmê de tenê Nexweşxaneya Avrîn heye. Ji bo tavahî gel dibe destek û cihê alîkariyê. Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn da xuyakirin ku nexweşxane bi awayekî qismî hatiye sekinandin. Ji 25 ê mehê ve hatiye sekinandin û ji derveyê rewşên ambolansê û zayîna xwezayî kesekî pêşwazî nakin. Ev yek jî ji ber heman sedemên tunebûna sotemeniyê ye. Endamên nexweşxaneyê ji 200 endamî, tenê 50 endam dewam dikin. Herwiha hat diyarkirin ku beşa ameliyatê bi temamî hat girtin, pêşnêrêna nexweşan bi hemû beşên xwe hatin girtin, beşa lênêrîna giran hatiye sekinandin, bi giştî rewşa nexweşxaneyê û qada tenduristiyê di rewşeke aloz de ye.
Nepeydakirina derman li herêmê
Dorpêça hikumeta Şamê dijî pîvanên mirovahiyê. Di aliyê derbaskirina derman û pêwîstiyên nexweşxaneyê de her tim dibû asteng û zehemetiyê derbaskirinê derdixistin holê. Di van demên dawiyê de bi temamî derman li ser herêmê hatiye qutkirin, dermangeha girêdayî nexweşxaneyê kêmbûna derman jiyan dike. Her wiha dermanên pêwîst ji bo nexweşxaneyê nîn in.
Di encama dorpêçê de de dibistanên herêmê hatin betlane kirin
Desteya perwerdê û hindekariyê li herêma Şehbayê bi giştînameyekê batlaneya dibistanan di encama dorpêçê de da ragihandin. Di encama dorpêç û tunebûna sotemeniyê de, dibistanên herêmê û peymangehên Şehîd Viyan Amara bi giştî hatin petlane kirin. Weke me berê jî xuya kiribû ku hikumeta Şamê di derbaskirina alavên xwendinê û pirtûkan de astengî derdixistin. Lê rûxmî wê jî ev yek hat derbas kirin û xwendekar derbasî salên xwendinê bûn. Bi dorpêça heyî RE zêdetirî 16 hezar xwendekar ji xwendinê mehrûm mane û heyanî ev dorpêç neyê şikandin wê dibistan neyên vekirin.






