Navenda Nûçeyan/ Qamişlo
Ajansa nûçeyan Rojnews’ê diyar kir ku PDK’ê di berdewamiya xeta xiyanetê ya li dijî destkeftiyên gelê Kurd û ji bo tarîkirina rastiyê edîtorên ajansê Silêman Ehmed revand. Herwiha da zanîn ku ew ê li ser şopa heqîqetê gavan bi paş ve neavêjin û rastiyê di tariyê de nehêlin.
Ajnasa Rojnews’ê derbarê revandina edîtorê wê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve, ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Rojnamevan û edîtdorê ajansa me Silêman Ehmed, piştî mirina bavê xwe beriya demekê bi armanca sardana malbata xwe bike, cara yekem di deriyê Sêmalka re derbasî bakur û rojhilatê Sûriya bû. Piştî bidawîbûn serdana Silêman careke din berê xwe da Başûrê Kurdistanê da ku karê xwe bidomîne, lê piştî derbaskirina wî deriyê Sêmalkayê , hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê ew revandin û ji wê demê ve tu agahî jê nehatine girtin. Çend roj piştî windabûan Silêman, Hêzên Asayîşa Dihokê ku girêdayî PDK’ê bi daxuyaniyekê ji rastiyê dûr û tijî derew diyar kir ku Silêman ji aliyê wan ve hatiye girtin. Ji bo zelalkirina çarenûsa Silêman Ehmed em neçar man ku bi saziyên ku bi mafên rojnamevanan re têkildarin peywendiyê bikin.”
Rojnews’ê da xuyakirin ku girtin û revandina rojnemevanan ji aliyê PDK’ê v rûreşiya wê dide xuyakirin û wiha domand: “Me ji bîr nekiriya û nayê jibîrkirin ku çawa rojnemevanên me li ser destê hêza Partiya Demokrata Kurdistanê hatine revandin û girtin, hîn jî birînên rojnemevanên Behdînan yên ku berê girtîbûn sax nebûne, heta niha jî dosiyayên wan di dadgehan de belavbûyî ne û bê çare ne. PDK’ê bi armanca bêdengkirina dengê azad, berdewamiya xiyanet û dijminatiya gelê kurd, Silêman Ehmed revand, ji vê alî ve em ê kiryarên wan yên ku xizmeta dijminên kurdan dikin û ji dagirkeriya Tirk re dibe alîkar, herwiha binpêkirinên wan ji raya giştî herdem eşkere bikin. Di vê çarçoveyê de me wek Ajansa Roj News ji bo eşkerekirina rastiyan ji gelê me yê Kurd û raya giştî re, gelek qurbanî dane, me hemû planên dijminên gel eşkere kir û em tekez dikin ku em ê li ser vê riyê berdewam bin. Vê riyê bişopînin û tu carî teslîmî desthilatdariya tu hikûmet, partî û aliyên siyasî nabin. Em tekez dikin ku em kuştina rojnamegerê me yê leheng û têkoşerê azadiyê, li navçeya Bahdînan şehîd Wadat Hisên ku li ser destê hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê hat kuştin, ji bîr nakin. Ev zêdetirî 7 sal in ku bi ser doza wî re derbas bûye, û hîn jî kujer nehatine girtin. Lê bi alîkariya herkesê ku bi me û bi doza azadiyê re ne wê ev doz vekirî bimîne û em tu carî hêviya xwe ji dest nadin, û emê lêkolînê bikin heta ku sûcdar bên li dadgeheke adil û bêalî wrein cezakirin.”
Ajnasa Rojnews’ê wiha dewam kir: “Partiya Demokrat a Kurdistanê, saziyên wê fermî û yên veşartî, piştî eşkerekirina hin rastiyên ku li dijî gelê kurd tê plankirin û xiyaneta ku li Dihok û Hewlêrê tê kirin, hîn jî gefa kuştin û girtinê li nûçegihan û endamên ajansa me dixwe. Bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî çalakger û rojnamegeran e kiryaran dike. Me ji destpêkê ve bang li hikûmet, rayedar, aliyên peywendîdar û saziyên ku xwedî statuya “parastina mafên rojnamegeran” dikin, ku edîtorê ajansa me Silêman Ehmed serbest berdin. Me dosya Silêman ji raya giştî re eşkere kir û ev pêngaveke berdewam e, ji bo eşkerekirina rastiyên ku li dijî gelê Kurd, rojnamevan û dengên azad pêk tên, herwiha gelek peyam û daxuyanî ji rojnamevan, siyasetmedar û parlamenterên Kurdistanê jî gihîştine me. Em tekez dikin ku em ê hewil bidin dengê xwe û doza Silêman bigihînin Yekîtiya Ewropayê û ev dosya ji bo vekirina dosyayek li dijî PDK’ê piştî wê were veguhestin dadgehê. Piştî ku qanûn binpê kir û rojnamevanek bê destûrek demkî ya ragihandinê revandin, ji bilî rêgirtin li hevdîtina parêzer bi Silêman re û wergirtina dosyaya wî, heya niha çarenivîsa wî ne diyar e.”
Ajansa Nûçeyan Rojnews’ê di dawiyê de wiha got: “Aliyên ku ji bo azadiya edîtorê ajansa me Silêman Ehmed piştgiriya xwe ji me re ragehandine wiha ne; (Ragihandina bê Sînor, Pênûsa Kurdî, Rêxistina Tîmên Aşitiyê yên Rapirsiyê (CPT) li Herêma Kurdistanê, Rînos, Navenda Metro, Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê, Sendîkaya Rojnamegerên Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêxistina Parastina Rojnamegeran (CPJ) û hin parlamenterên Iraqê).”






