Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şîniyên Qamişlo 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin

27/11/2023
in NÛÇE
A A
Şîniyên Qamişlo 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo
Bi boneya 45’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) çalakiyek pîrozbahiyê li Baxçeyê Azadiyê yê bajarê Qamişlo hat li dar xistin û di çalakiyê de bi hezaran şîniyên Kantona Qamişlo hazirbûn.
Bi boneya pîrozkirina salvegera 45’emîn a damezrandina PKK’ê, Meclisa Qamişlo Baxçeyê Azadiyê bi amadebûna hemû Saziyên Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk û hezaran şîniyên kantona Qamişlo vekir û çalakiyek girseyî li dar xist.
Di serî de hemû kesên beşdar xuleyeke bêdengiyê li ser giyanê şehîdan rawestiyan. Herwiha pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK’ê bi coşeke mezin dest pê kir û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Necah Gulo di derbarê salvegera damezrandina PKK‘ê de wiha got: “PKK’ê di şert û mercên zehmet de, di demekê de ku gelê kurd dihat qirkirin, hat damezrandin. Jê û pê de gelê kurd ji tarîtiyê derket û welat û mafê xwe nas kir, di heman demê de bi fikrên Rêber Apo û PKK’ê têkoşîn kir. ”
Piştre jî li ser navê Akadimiya Civaka Demokratîk Mûsa Xelîl wiha anî ser ziman: “45 sal li ser damezrandina PKK’ê derbas dibin, em bi rêz û hurmet bibîr tînin, herwiha vê boneyê li şehîdên xwe, lehengên Gerîla, Rêber Apo, QSD û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Rêber Apo bi fikr û felsefeya xwe û bi PKK’ê şoreşeke mezin da destpêkirin. Ev şoreş jî ne mîna şoreşên kurdan yên berya xwe bûn ku carekê dişkestin û şoreşa xwe bi dawî dikirin, lê belê her cara ku Gerîlayek ji PKK’ê şeheîd dibû, Rêber Apo bi xwîna wî/ wê sûnd dixwar û gavên mezintir davêtin pêş. PKK’ê bi vê têkoşîn û berxwedanê şoreşa xwe berdewam kir û xwe isbat kir. “
Di pêşveçûna çalakiya pîrozbahiya damezrandina PKK’ê de Baxçeyê Azadiyê bi tilîliyên dayikên şehîdan û jinan geş bû, wêneyên Rêber Apo û ala PKK’ê, herwiha nîşanên serkeftinê li jor bûn.
Herwiha çalakiyên hunerî jî hatin pêşkêşkirin, Koma Şehîd Welat a dîlanê, Koma Botan û Sakîne yên muzîkê sitranên şoreşgerî û govendên foloklorî pêşkêş kirin.
Di heman demê de jî helbestên bi zimanê kurdî û Erebî yên li ser Rêber Apo û PKK’ê ji aliyê helbestvan Ebdullah Xelîl û Gulnaz Yûsiv ve hatin xwendin.
Li aliyekî din jî çend stranên şoreşgerî û netewî bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê hunermend Nisrîn Botan, Hesen Dêrikî û Semîr Elerebî, hatin gotin.
Şahiya bîrozbahiyê bi govend û dîlanan hat bidawîkirin.
Hêjayî gotinê ye ku bi vê boneyê şahî li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çiyayê Kurdistanê û her welatekî ku bêhna azadiyê kiribe hatin lidarxistin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.