Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berxwedana gel wê hemû pilanên dagirkeran valederxîne

26/11/2023
in NÛÇE
A A
Berxwedana gel wê hemû pilanên dagirkeran valederxîne
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Rêveberên PYD`ê Minewir Xalid û Salih Omer êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û gotin; dewleta Tirk dixwaze li ser kurdan bazarê bike û li gorî berjwendiyên xwe tevdigere, lê bi felsefeya Rêber Apo wê azadiya civakê pêkwere.  

Dewleta tirk roj bi roj bi rengekî dijwartir û birêbazên cur be cur êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker tu sînoran nasnake, Pêşeng, Rêveberên civakê, zarok û jinan dike hedef. Armanca sereke tunekirina pirojeya Rêveberiya xweser û têkbirina vîn û azadiya gelên herêmê ye. Herwiha li gorî Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan eşkerekir ku ji destpêka sala 2023’an ve zêdeyî 100 caran dewleta Tirk a dagirker bi belafirên bêmirovî êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di encama van êrîşan de zêdeyî 80 kes ji welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd ketin û nêzî 100 kesî jî birdîndar bûn.

Derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hevseroka PYD’ê ya navçeya Amûdê Minewir Xalid û Endamê Rêveberê PYD’ê yê bajarê Qamişlo Salih Omer ji rojnama me re axivîn.

Minewir Xalid diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker bê navber li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamin û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker bê navber êrîşên xwe yên dermirovî li ser her çar parçeyên kurdistanê berdewam dike. Li ku derê kurdek bixwaze bi azadî jiyan bike ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê hedefgirtin. Ev nêzî 12 sala ye ku şoreşa Rojava dewam dike û di van 12 salan de gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek serkeftinên mezin bi dest xistine, ji bo wê bi avakirina Rêveberiya Xweser re, êrîşên pir dijwar li ser herêmên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kirin û heyanî roja îro jî ev êriş didomin. Dewleta Tirk li ser gelê kurd bazaran dike. Ji eliyekî ve êrîşî Rojava dike û ji aliyê din ve jî êrîşî herêmên Parastina Medya, Mexmûr û Şengalê dike. Armanca sereke ji êrîşên dewleta tirk a dagirker ew e ku Sîstema Rêveberiya Xweser têk bibe û kurdan ji bo berjwendiyên xwe bikar bîne”

Xwedî li hebûna xwe derkevin

Minewir Xalid axaftina xwe wiha qedand: “Banga min ji kurdên her çar parçên Kurdistanê, bi taybet jî partiyên kurdî re ew e, ku hêz û helwestên xwe li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bikin yek. Ji ber ku dem dema azadiyê ye û heger em kurd ji bo xwe têkoşîn û berxwedanê nekin tu carî kes ji bo me nake. Mîna ku di dîrokê de li ser gelê Kurd her tim ji milê neyarên Kurdan ve bazarî hatiye kirin, îro jî dixwazin Kurdan bixin bazarê û heman pilanên heyî berdewam bikin. Ji bo wê jî banga min ji gelê kurd re ew e ku dengê xwe ji bo van êrîş û bazarên ku li ser kurdan tê kirin bikin yek, helwestên xwe diyar bikin û xwedî li hebûn û Rêberê ku riya azadiyê nîşan daye Rêber Apo derkevin.”

‘Hêzên navnetewî çavên xwe ji rastiyê digirin’

Di heman çarçoveyê de Endamê Rêveberiya PYD`ê yê bajarê Qamişlo Salih Omer êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar kir û wiha got: “Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava û êrîşên wê yên li ser her çar parçeyên Kurdistanê şermezar dikin. Dema ku dewleta Tirk di aliyê leşkerî de derba dixwe wê kîneyê di ser civaka kurd de derdixe. Dewleta Tirk di demên dawiyê de ne tenê hêzên leşkerî û sivîl dike hedef, di heman demê de jî binesaziya herêmê jî dike armanc û li hemberî van êrîşan hêzên navnetewî yên ku dibêjin em parastina civaka sivîl dikin tu deng nekirin, qaşo dewletên navnetewî ew ê ku destûrên hiqoqî dinivîsînin, lê tu bersiv ji êrîşên dewleta tirk a dagirker re nedan, tenê çavê xwe ji rastiyê digirin û berê xwe didin neheqiyê. Lê em ê jî li hemberî van êrîşan bimînin ser piya.”

‘Serkeftina herî mezin parastina mafê gelan e’

Salih Omer di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Çi kesên kar û xebatê ji bona gelê kurd dikin, ji aliyê dewleta tirk ve tên hedefgirtin. Em ne aşiqê şerin lê bi îrada xwe û bi felsefeya Rêber Apo em ê li ber xwe bidin. Herwiha serkeftin ne di şer û êrîşan de ye, serkeftin ew e ku tu mafê civakê biparêze û civakê li derdora xwe kom bike. Em di wê baweriyê de ne ku bi felsefeya Rêber Apo em ê bighêjin azadiyê. Ji xwe armanca dewleta tirk ji hedefgirtina binesaziya herêmê ew ku civakê li hemberî Rêveberiya Xweser sor bike û destkeftiyên ku rêveberiya xweser pêkanîne ji holê rake. Lê hêz, berxwedan û vîna civakê têrê heye ku hemû pilanên dagirkeriyê vade derxîne û serkeftina xwe pêkbîne”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.