Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Xezayê agirbesta demkî di roja 2’emîn de berdewam dike

25/11/2023
in NÛÇE
A A
Li Xezayê agirbesta demkî di roja 2’emîn de berdewam dike
Share on FacebookShare on Twitter

Agirbesta demkî ya 4 rojan a navbera Îsraîl û Hamasê pêk hat, di roja xwe ya 2’emîn de berdewam dike. Lîsteyên navên rehîneyên ku dê bên berdan hat eşkerekirin, di rojekê de 200 kamyonên alîkariyê ketin Xezayê.

Agirbesta demkî ya 4 rojan a di navbera Îsraîl û Hamasê de bi navbeynkariya Qeter û Misirê pêk hat, di roja 2’emîn de ye.

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku piştî 13 rehîneyên duh di çarçoveya şert û mercên agirbestê de hatin berdan, ji aliyê Hamasê ve lîsteya rehîneyên ku tê payîn îro bên berdan radestî wan hatiye kirin.

Agahî dan malbatên wan

Li gorî agahiyên hatine girtin, ofîsa serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku lîsteya navên koma duyemîn a rehîneyên Îsraîlê ku dihat plankirin îro ji Xezayê bên berdan, girtiye. Ofîsa Netanyahu di daxuyaniya nivîskî ya li ser hesabê medyaya dijîtal de, hat diyarkirin ku îstîxbarata derve ya Îsraîlê Mossad û artêşê lîsteya rehîneyên Îsraîlî ku îro bên berdan, girtine. Dema lîste ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên lêkolînkirin her wiha agahî dan malbatên kesên ku dê bên berdan.

Di çarçoveya lihevkirina di navbera Hamas û Îsraîlê de, di mijara derbasbûna alîkarî û sotemeniyê ji bo Zîvala Xezaya dorpêçkirî de jî lihevkirin pêk hatibû. Misirê ku di vê çarçoveyê de daxuyaniyek da,  diyar kir di roja ewil a navbera mirovî ya duh danê sibê dest pê kir de 200 tirên bi malzemeyên alîkariyê hatine barkirin ketine Xezaya dorpêçkirî. Li gorî daxuyaniyê, serokê Saziyê Ziya Raşvan der barê kamyonên alîkariyê yên ji Xezayê re hatine şandin û birîndarên ku anîne welatê wan de, nirxandin kir. Ziya Raşvan, diyar kir ku roja ewil ji bilî 200 kamyonên alîkariyên mirovî, 2 ambûlansên Fona Bijî Misirê, 15 kamyonên aydê Nexweşxaneya Sahra ya Urdunê û 11 kamyonên aydê Nexweşxaneya Sahra BAE’yê derbasî Xezayê bûne.

Li aliyê din, di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 17 birîndarên ji Xezayê anîne Misirê û 12 ji wan bi refakatvanên xwe re ji bo dermankirinê şandine Tirkiye û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî. Hat ragihandin ku 134 Filistîniyên ji ber êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê vir ve li Misrê asê mane jî bi awayî dilxwaz vegeriyane Zîvala Xezayê.

Alîkarî gihîşt Bakur

Îsraîl ji destpêka roja êrîşê ve ji kesên ku li bakurê Xezayê dijîn dixwaze derbasî mile başûr bibin. Li bakur taybet nedihişt sewqiyeta sotemeniyê be kirin. Di çarçoveya agirbesta demkî ya 4 rojan li Xezayê destpêkir, piştî 49 rojan cara yekem 3 kamyonên alîkariya mirovî derbasî Zivala Xezayê bû. 3 kamyonên alîkariyê ku ji deriye sinorê Refahê derbas bû duh şev gihîşt bakurê Xezayê

Rehine ji jin û zarokan pêk tên 

Peymana derbarê agirbesta demkî ya 4 rojî ya di pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê 24’ê Mijdarê de ket meriyetê.  24’ê Mijdarê roja înê di saetên şev de Hamas 13 rehîneyên Îsraîlî, Îsraîl jî 24 jin û 15 zarok 39 filistînî ji zindana Ofer a Îsraîlê ya li Şerîaya Rojava ya dagirkirî serbest berda. Hamas di çerçoveya peymanê de 10 Tayland û 1 welatiyên Fîlîpînê serbest berda bû. Tayland diyar kir ku di destê Hamasê de hîn 20 welatî hene.

Di çerçoveya lihevhatinê de di destê Hamasê beranberî 50 Îsraîlî di girtigeha Îsraîlê de 150 Filistînî dê bê berdan. Rehîneyên ku werin berdan ji her du aliyan jî ji zarok û jinan pêk tê. JÎNHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.