Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Tirkiye û Kurdistanê di 10 mehan de 264 jin û 21 zarok hatin qetilkirin

25/11/2023
in NÛÇE
A A
Li Tirkiye û Kurdistanê di 10 mehan de 264 jin û 21 zarok hatin qetilkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Li Tirkiye û Kurdistanê di 10 mehan de 264 jin û 21 zarok ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk jî li ser mijarê got: “Çawa ku ne tenê rojekê, her kêliyê her roj tundî heye, li dijî wê tundiyê têkoşînek mezin heye.”

Hemû şêwazên tundiyê, çi di nava mal û malbatê de û çi jî di nava gel de, binpêkirina mafên mirovan in ku şopên kûr li ser jinan dihêlin. Ji ber newekheviya jin û mêr li hemû cîhanê tundiya mêr-dewleta li ser jinan didome.

Jin li parêzgehên Tirkiye û Kurdistanê rastî tundiya sîstematîk tên, kevneşopiyên ku tundiyê xurt dikin tên destekkirin, tedbîrên parastinê û pêşîlêgirtinê nayên sepandin, darizandinên adil nayên kirin û sûcdar cezayê ku heq dikin nagirin. Jin carna ji aliyê zilamên ku nas nakin ve û carna jî ji hêla zilamên herî nêzî wan ve rastî tundiyê tên.

Hewldana jiyana jinan xala herî dawî ya tundiyê ye. Jin bi hincetên curbecur ji aliyê mêran ve tên qetilkirin, weke ku dixwazin dev ji hev berdin, nezewicin an jî di nav têkiliyê de ne, dixwazin li ser jiyana xwe biryarê bidin, kincên ku dixwazin li xwe bikin, an jî dixwazin li zanîngehê bixwînin. Kiryarên ku mafê jiyanê ji jinan distînin zilamên herî nêzî wan in. Bi gotineke din, sûcdar zilamê ku jin pê re zewicî ye, kurê wê, birayê wê, hevalê wê yê ku bi hev re dijîn, cîranê wê yê mêr, zilamê ku pê re li ber hevberdanê ye, hevalê wê yê berê yan bavê wê ye.

Mirinên bi guman baş nayên lêkolînkirin

Gelek bûyerên mirina bi guman ên jinan wekî “mirina xwezayî, qeza, xwekuştin” tên tomarkirin bêyî ku werin lêkolînkirin ka ew rastî qeza, kuştin an jî întihar e. Hatibû îdiakirin ku Şule Çet li Enqerê ji qata 20’an a plazayek xwe avêtiye û jiyana xwe ji dest daye. Bi têkoşîna jinan û malbata wê derket holê ku ew hatiye qetilkirin. Ev yek ji bo mirinên bi guman bû mînak.

Tu îstatîstîkek ku asta tundiyê eşkere bike nayê girtin

Îstatîstîkên fermî yên tundiya li ser jinan eşkere dikin, nayên girtin. Berevajî vê, ji aliyê rojnameger û rêxistinên jinan ve ji bûyerên tundiyê yên ku herî zêde di çapemeniyê de cih digrin, dane tên berhevkirin. Yek ji kanalên ku daneyên tundiyê amade dike JINNEWS e. Li gorî daneyên ku JINNEWS’ê berhev kirine, di navbera Çile-Cotmeha 2023’an de tenê di 10 mehan de 264 jin û 21 zarok ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. 164 jin û 24 zarok bi guman mirine.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.