Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

32 rojin Rojnamevan Silêman Ehmed windaye

25/11/2023
in NÛÇE
A A
32 rojin Rojnamevan Silêman Ehmed windaye
Share on FacebookShare on Twitter

Ji Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 33 rojin agahî nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed berpirse.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa me Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 33 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek  tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya Rojnewsê de wek edîtor dixebite.

Ji ber vê yekê tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî ji milê navenda ajansa Rojnewsê û hemû rojnemevanan ve hate red kirin û şermezar kirin. Û hate daxwazkirin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed  jî zêde dibin. Lê hîna ji bilî daxuyaniyek tejî derew a PDK’ê, tiştek din ji aliyê hikûmeta Herêmê ve derbarê rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed de nehatiye ragihandin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed Nerîman Ehmed, di daxuyaniyek ji bo Rojnews de got: “Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir. Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin. Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ku ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.”

Herwiha parêzer Nerîman got; “Piştî ku em hatin astengkirin,  me serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bikin û hemû rêkarên yasayî cîbicî bikin û bikin bi wekalet. Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.”

Girêdayî vê yekê de jî çavdêrê Siyasî  Elî Kerîmî got Divê demil dest Silêman Ehmed were berdan

Çavdêrê Siyasî Elî Kerîmî di derbarê revandin û windakirina Rojnamevan Silêman Ehmed de kurte vidiyoyek diyar kir ku divê rojnamevan û rexengirên Herêma Kurdistanê azad bin û qada rojnamevaniyê jî berfireh bibe.

Çavdêrê siyasî Elî Kerîmî di derbarê revandin û windakirina Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve peyamek belav kir.

Elî Kerîmî destnîşan kir ku divê rojnamevan û rexengirên Herêma Kurdistanê azad bin û qada rojnamevaniyê jî berfireh bibe.

Çavdêrê Siyasî Elî Kerîmî di dewama kurte vidiyoya ku belav kirî de wiha got: “Hêvîdarim êdî welatiyên Herêma Kurdistanê zilm û zordariya Malbata Barzanî qebûl neke.”

Elî Kerîmî her wiha destnîşan kir ku Malbata Barzanî bi berdewam zext û êşkenceyê li rojnamevan û rexnegiran dike, mînaka vê jî eve ku 33 roj in rojnamevan Silêman Ehmed revandine û heta niha çarenûsa wî nediyare.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.