Serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esad diyar kir, leşkerên Rûs ên ku ji sala 2015’an û vir ve li Sûriyê ne, pêwîstî pê heye ku ‘demeke dirêj’ lê bimînin.
Beşar Esad ji ajansa Interfaxê re axivî û îdîa kir ku “pêwîstiya bi hebûna leşkerên Rûsyayê ne tenê ji bo têkoşîna li dijî teorrîzmê ye.”
Esad îdîa kir ku ji ber ‘hevsengiyên li herêmê’ pêwîstî bi hêzên leşkerî yên Rûsyayê heye û got, “ne diyar e bê hevsengiya ku balê dikişîne ser, kengî pêk were.”
Esad bi bîr xist ku peymana bi Rûsyayê re li ser Baregeha Leşkerî ya Hîmeymîmê hatiye îmzekirin ji bo 40 salan e û got, “ev yek jî nîşan dide ku têkiliya navbera her du welatan demdirêj e.” Esad da xuyakirin ku vegera penaberên Sûriyeyî yên ji ber şer welat terikandine, yek ji dosyayên girîng e ku ew û Rûsya li ser disekinin.
Li Sûriyê ji sala 2011’an û vir ve şerê navxweyî diqewime û zêdeyî 350 hezar kes mirin, zêdeyî 10 milyon mirov jî li hundir an jî derveyî welat penaber bûn.






