Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li dijî tecrîdê wê têkoşîna me bidome

28/07/2018
in ROJEV
A A
Li dijî tecrîdê wê têkoşîna me bidome
Share on FacebookShare on Twitter

Tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Nêzî 2 sal in bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Parêzerê Ocalan Parêzer Mazlûm Dînç diyar kir ku tecrîdeke mîna ya li ser Ocalan li devereke din a cîhanê tune û got, “Hewldanên me yên hiqûqî wê li qada neteweyî û navneteweyî dewam bikin. Têkoşîna me ya li dijî tecrîdê wê bidome.”

Parêzer Mazlûm Dînç ku 7 sal in nikare muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne, diyar kir ku qedexekirina hevdîtinê li dijî hiqûqê ye û got, wê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin.
Tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve parêzer û ji 11’ê Îlona 2016’an û vir ve jî malbat nikarin Ocalan bibînin. Nêzî 2 sal in bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Lewma tirs û fikarên li ser rewşa wî zêde dibin.
Parêzeran heta niha 775 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê yek jî nehate qebûlkirin. Malbat û parêzer her hefte ji bo hevdîtinê serî li rayedaran didin, lê her carê tê redkirin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç tecrîda li ser Ocalan nirxand.
7 SAL IN PARÊZER NIKARIN BIÇIN ÎMRALIYÊ
Parêzer Dînç bi bîr xist ku ji Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an û vir ve li Girava Îmraliyê tecrîdeke giran heye û got, “Tecrîd car carna hîn bêhtir hate şidandin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re bi temamî hate qedexekirin. Ev yek li dijî hiqûqê ye.”
MAFÊN OCALAN
TÊ ASTENGKIRIN
Parêzer Dînç got, tevî ku Rewşa Awarte hatiye rakirin jî astengiyên li pêşiya hevdîtina parêzeran û tecrîd nehatine rakirin. Dînç destnîşan kir ku ji bo rakirina tecrîdê ew bi salane têdikoşin û wiha dewam kir: “Bi serlêdanên hiqûqî, hem di hiqûqa navxweyî hem jî ya navneteweyî de em têkoşîna xwe didomînin. Heta niha me encameke erênî bi dest nexist. Ji ber ku mesele veguheriye meseleyeke siyasî. Azadî û mafên bingehîn ên Birêz Ocalan weke şantaj û malzemeyeke bazariyê di siyasetê de tên bikaranîn. Mafên nivîsandina nameyan û axaftina bi rêya telefonê yên bi Birêz Ocalan bi salane tên astengkirin.”
CPT HELWESTEKE
CIDÎ NÎŞAN NADE
Parêzer Dînç bi bîr xist ku derbarê tecrîdê de wan gelek caran serî li saziyên pêwendîdar ên navneteweyî dane, mehane rapor ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) re şandine û hevdîtin bi wan re kirine. Dînç diyar kir ku CPT heta niha bi xurtî neketiye nava liv û tevgerê û got, “Beriya sala 2011’an CPT raporên xwe yên li ser serdanên li Îmraliyê eşkere dikir. Di raporan de qedexekirina hevdîtinên heftane bi tundî dihate rexnekirin û pêşniyar dikir ku divê astengiyên li pêşiya hevdîtinan bê rakirin. Lê belê CPT li ser qedexekirina hevdîtina parêzeran a 7 salan, helwesteke cidî nîşan nade.”
Parêzer Dînç da xuyakirin ku tecrîdeke mîna ya li ser Ocalan li devereke din a Ewropa ya jî cîhanê nîne û got, `tevî ku di asteke bilind de mafên mirovan tê binpêkirin, helwesteke cidî nayê nîşandan.
Dînç bi bîr xist ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re ew her hefte bi rêk û pêk serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin, lê serlêdanên wan tên redkirin. Dînç li ser hinceta redkirina serlêdanan jî got, “Beriya Rewşa Awarte bi sedemên pratîkî pêşî li hevdîtinên me dihate girtin. Timî bersiva ‘keştî xerabe ye’ ji me re dihate dayin. Piştî ku 20’ê Tîrmeha 2016’an Rewşa Awarte hate ragihandin, biryara destpêkê derbarê Birêz Ocalan de hate girtin.
Parêzer Dînç diyar kir ku serlêdanên wan dewam dikin got, “Tecrîda li Îmraliyê bi Rewşa Awarte re dest pê nekiriye. 7 sal in hevdîtina parêzeran hatiye qedexekirin û tecrîd hatiye şidandin. Em ne bawer in ku ev yek piştî Rewşa Awarte biguhere. Hewldanên me yên hiqûqî wê li qada neteweyî û navneteweyî dewam bikin. Têkoşîna me ya li dijî tecrîdê wê bidome.”…ANF

Post Views: 44
ShareTweetPin

Herî Dawî

Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.