Ayşa Silêman/ Dêrik
Rêveberiya Giştî ya Çand û Hunera Dicle ya bajarê Dêrikê Şemal Reşîd diyar kir ku pêwîst e her kes xwedî li çanda xwe derkeve, ji ber ku mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin.
Çand û Hunera Dicle bi awayekî fermî di sala 2011’an de hat vekirin. Komên ku di çand û hunerê de cihê xwe digrin, du komên giştî yên muzîkê hene bi navê koma Cûdî û koma Ciwanên Cûdî. Di heman demê de 3 komên xweser jî hene bi navê; koma Yesna, koma Eleftêriya û koma Avaşîn. Her wiha koma şano bi navê Koma Ava Mezin jî heye. Koma zarokan jî heye bi navê Kulîlkên Rojava û koma Kevneşopî jî heye him dengbêjî him jî bi govendên xwe cihê xwe di çand û hunrê de digrin.
Di derbarê kar û xebatên Çand û Hunera Dicle ya bajarê Dêrikê Rêveberiya Giştî ya Çand û Hunera Dicle ya bajarê Dêrikê Şemal Reşîd ji Rojnameya me re axivî.
Kar û xebatên Çand û Hunerê
Şemal Reşîd da zanîn ku karê çand û hunerê karekî bingehîne di nav civakê de, ji ber ku mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin û wiha got:” Em jî wek navenda Dicle kar didin meşandin da ku em êş û zehmetiyên gelê xwe ragihînin. Gel heta çi astê karîne çanda xwe nas bikin û biparêzin. Di heman demê de ev çanda ku heta roja îro hatî parastin jî bi saya kesayetên ku kevneşopî dane meşandin e. Mînakên ber bi çav jinên xwedî gewdeya hunerî wek Eyşeşan, Meyrem Xan û bi hezaran jinên dengbêj karîne çanda xwe biparêzin. Di dema niha de jî gel hewil dide çanda xwe biparêze, ji ber ku dema em çanda xwe winda bikin em jî wenda dibin. Pêwîste em çanda xwe pêşbêxin û di nav gelên din de jî çanda xwe bidin naskirin çi di milê govend, cil û berg, kevneşopî û dengbêjiyê de.”
Şemal Reşîd di berdewamiya axaftinên xwe de wiha got: “Raste heya astekî ev çand hatiye parastin, lê pêwîste bêtir ked were kirin ji ber ku piraniya gelê kurd çanda xwe ji bîr kirin di milê cil û bergan de, dema şahiyek li dar bikeve divê her kes bi çil û bergên xwe yên kurdî tev bigerin. Ev erk ji çand û hunerê tê xwestin ku gel qani bike da ku her tim bi cil û bergên xwe serbilind bin. Di heman demê de kesên ku berê xwe didin çandê jî pêwîste ji çandê fêm bikin û nas bike da ku bikaribin xwe pêş bixin. Ji ber ku heger em karê çandê nasnekin em nikarin vî karî bidin meşandin. Her wiha ji bo pêşxistina endamên çand û hunerê her heftê rojek ji bo perwerda fikrî heye, di milê kar de jî komên me xwe bixwe fêr dikin, di her komekî de mamosteyek heye li ser komê disekine ew jî cihê xwe di komê de jî digre.”
Berhemên çand û hunerê
Şemal Reşîd diyar kir ku çand û hunerê ji beriya Şoreşa Rojava heya niha hijmareke mezin ji berheman derxistiye û wiha got:”Tevî ku berhemên yekane Çand û hunerê elbomek ji 12 stranan jî qeyd kiriye. Navê berhemên çandê ev in; Çarê Nîsanê, Zeriyê, Evdîşo, Jîna Emînî, Kobanê, Azadiyê, Şehîd Bedran, Ava Mezin, Şervano, Heftenîn, Felaketim, Apo Newroz e, Darbesta Şehîd, Kurdistan, Destar Dîsa Geriya, Dahola Cengê, Pîroz be Rojava, Ocalan, Kevneşopiya PKK’ê, Gêrîla, 19’ê Tîrmehê Sirûda Şoreşê, Em li virin û ji virin, Şengal û hwd…”
Astengiyên li pêşiya kar û xebatên çand û hunerê
Rêveberiya Giştî ya Çand û Hunera Dicle ya bajarê Dêrikê Şemal Reşîd axaftinên xwe bi dawî kir û wiha got:” Astengiyên ku rastî me tên ew e ku kesek berê xwe bide çandê û ji karê çandê famnake, em rastî vê yekê tên û dema ku em mamûsteyekî bînin da ku korsan bide zarokan, ew kom pêş nakeve û em restî astengiyan tên. Di heman demê de dema şahî li bajaran lidardikevin daxwaza komên me dikin, di vir de em astengiyan dibînin, ji ber ku di demeke tenig de dibêjin û derfet nîne ku kom xwe bighînin her derî, heger dispilîn û birêxistinkirin di navbera me û bajaran de hebe wê ev astengî werin derbaskirin. Her wiha dema kom bi hevre derdikevin cihên cuda û ji ber ku amûrên me yên muzîkê kêmin û di vî warî de jî em astengiyan dikşînin. Herwiha em kêfxweş dibin dema ragihandin dema xwe dide me, karê me dişopîne û ji derdorê re radighîne, em bihêvîne ku derengî çênebe û dema çandê berhemek nû derxist ji hêla wan ve were belav kirin.”