Kemal Necim
Roja 15`ê Gulanê roja zimanê Kurdî ye. Ev roj bi boneya roja weşandina hijmara yekem ya kovara Hawarê ku di 15’ê gulana 1932`an de li paytexta Sûriyeyê Şamê ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve yekem car hate weşandin, weke roja zimanê Kurdî hatiye destnîşankirin.
Li gelek deverên kurdistanê her sal bi vê boneyê çalakî û pîrozbahî têne lidarxistin. Îsal jî bi taybet li Rojvayê Kurdistanê ji niha de pîrozbahiyên roja zimanê Kurdî des pê kirin.
Bê guman bibîrxitina vê rojê xebateke girîng e ji bo danasîn û pêşxistina zimanê Kurdî weke nirxek û hêmaneke hebûna neteweyî ya kurdan. Lê carna pirsek tê bîra mirov, ka gelo bibîrxistina zimanê Kurdî tenê di rojekê salê de têra parastin û geşepêdan û pêşxistina ziman dike?
Li Rojavayê kurdistanê piştî pêvajoya şoreşa 19`ê Tîrmehê û despêkirina proseya perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistan û zanîngehan di warê pêşxistina zimanê kurdî de gavên dîrokî hatine avêtin û mirov dikare bêje ku di 10 salan de, pêngavên bi qasî 100 salan hatin avêtin. Lê dîse jî hîna di vê der barê hin arîşe û pirsgirêk û reftarên neyênî hene ku zimanê kurdî ber bi paş ve dikşînin û rêya pêşketina ziman asê û dijwar dikin.
Tevî ku di Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser de zimanê kurdî li kêleka zimanên Erebî û Suryanî weke zimanên sereke yên Sûriyeyê hatine pênasekirin jî. Lê heta niha piraniya saziyên rêveberiyê di belge, peyam, kaxet, têkiliyên fermî û kargêriyê de zimanê Kurdî bi rêkûpêk bi kar nayinin, eger carna bikar tînin jî bi gelek şaşî û kêmasiyan bi kar tînin.
Di civakê de jî, ji bilî danûstandinên rojane – ku ew jî tije şaşî û peyvên biyanî ne- zimanê kurdî nebûye zimanê yekane yê têkiliyên fermî û nivîskî. Piraniya xwendekar, rewşenbîr û nivîskarên Kurd post û şîroveyên xwe yên li ser medyaya civakî jî bi zimanê Erebî dinivîsin
Tişta herî bi êş jî ew e ku sazî û dezgehên çandî, hunerî û rewşenbîrî jî di belge, vexwendin, çalakî û nivîsên xwe yên din de zimanê kurdî têr bi kar nayinin. Heme bêje hemû vexwendinên çalakiyên çandî û hunerî bi zimanê Erebî yan jî bi kurdiyeke ne durist têne nivîsîn. Her wiha bi bandora têgehên biratiya gelan û jiyana hevbeş, pir caran çalakiyên rewşenbîrî yên kurdan bi zimanê Erebî têne lidarxistin.
Pir diyar e ku êdî dem hatiye ji bo zimanê kurdî bibe zimanê yekane di kargêriya rojane û xebat û reftarên dezgeh û saziyan de.
Divê saziyên rêveberiyê yên li herêmên Kurdan hemû belge û nivîs û peyamên xwe bi zimanê Kurdî binivîsin. Ji bo wê jî divê kesên di ziman de pispor erkdar bikin.
Sazî û dezgehên rewşenbîran divê guh bidin çalakiyên xuerû bi kurdî, li gorî wê jî hemû vexwendin, nivîs, poster û belgeyên çalakiyan bi kurdî bin.
Divê nivîskar, rewşenbîr û xwendekarên Kurd li ser medyaya civakî bi awayekî rêkûpêk zimanê Kurdî bi kr bînin.
Ango divê têkiliya bi zimanê dayikê, zimanê kurdî re bibe reftareke rojane, ne tenê salê rojekê bibe boneya şahî û pîrozbahiyê.