Duyemîn konferansa Kongreya Star ya Şehbayê bi duruşmeya “bi rihê berxwedana serdemê em ê şoreşa jinê civakî bikin” di 26’ê Tîrmehê de bi beşdariya 500 delegeyan hat lidarxistin. Di konferansê de biryarên girîng hatin girtin. Berdevka Kongreya Star a Evîn Siwêd konferans nirxand û diyar kir ku berxwedana jinên Efrînê mohra xwe li konferansê xist.”
Derbarê 2’yemîn Konferansa Kongreya Star a li Şehbayê, Berdevka Kongreya Star a Evîn Siwêd da zanîn ku ev konferans wê rê li pêşketinên mezin veke.
2’yemîn Konferansa Kongreya Star bi dirûşma “Bi rihê berxwedana serdemê em ê şoreşa jinê civakî bikin” roja 26ê vê mehê li Şehbayê hat lidarxistin. Li gelek herêmên weke Efrîn, Kobanê, Şehba û Şêxmeqsûd 500 delegeyên jin beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de biryarên girîng hatin girtin. 
Derbarê konferansê de berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd diyar kir ku lidarxistina konferansa Kongreya Star a li Şehbayê gavek girîng e û got: “Berxwedana jinên Efrînê mohra xwe li konferansê xist.”
Evîn Siwêd da zanîn ku ji her pêkhateyên Bakurê Sûriyê jin beşdarî konferansê bûn û got: “Ji ber ku ji her pêkhateyê Bakurê Sûriyê jin beşdar bûn û li wan jî hatin guhdarkirin ev ji bo pêşketinên nû girîng e. Diviyabû ku me di serê meha Adarê de ev konferans lidarbixista lê ji ber êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê me taloq kir. Niha li seranserê Rojava konferansên me pêk tên. Hêviya me ew e ku di encama van konferansan de ji bo Rojava û tevahî Bakurê Sûriyê serkeftin û pêşketinên hêja bê bidestxistin.”
Evînê anî ziman ku ji bo ev konferans pêk werin wan gelek hewl dane, gelek civîn li dar xistine û wiha dewam kir: “Gelek civîn me beriya konferansê li dar xistin û me rewşa jinên Rojavayê Kurdistanê û tevahî Bakurê Sûriyê raxist pêş çavan. Tiştên ku di konferansê de herî zêde derket pêş jî berxwedana jinên Efrînê bû. Berxwedana jinên Efrînê mohra xwe li konferansê xist.”
Berdevka Kongreya Star Evîn Swêd destnîşan kir ku biryarên konferansê ji bo wan girîng in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dê di çarçoveya biryarên girîng de xebatên me bidome. Ji bo jin di civakê de bikaribin mafên xwe biparêzin û li ser lingên xwe bisekinin em ê xebatên xwe bidomînin. Ev konferans wê rê li pêşketinên mezin veke. Jinên Kurd her dem jêhatî û serkeftî ne. Loma dema ku ji Efrînê derbasî Şehbayê bûn li wir berxwedana xwe dewam kirin û karê xwe bi rengekî serkeftî dan meşandin. Derbarê jinên Şehbayê de ew ê biryarên girîng bê stendin. Ji bo projeya rizgarkirina Kantona Efrînê her kes bi can, mal û berxwedana xwe hewl didin û ev berxwedana di konferansê de jî derket holê.”…Şêrîn Zêrevan /Şehba






