Jina rewşenbîr roleke pir girîng di avakirin û pêşxistina civakê de, di şikandina sîstema desthilatdar de dilîzin. Ji bo wê jî hişmendiya rewşenbîrên azad mîsogeriya netewa demokratik. yek ji jinên ku bi tekoşîn û bawerî pênûsa xwe bi hêzkir û nivîsand Narîman Evdikê ser sedema kêm hêz û bawerî û çawa sê çîrokên xwe nivîsand ji Rojnameya Ronahî re vegot.
ZEYÎFBÛN Jİ KÊM BAWERÎ YE
Endama Komîteya Wêjey kurdî ji bajarê Serê Kaniyê Narîman Evdikê yek ji jinên ku bi berhemên xwe beşdarî 2.pêşengehê bû derbarê nivîsên xwe wiha got: “Ji temenê 18 salî min bi zimanê kurdî dest bi nivîsê kir, lê di her nivîsandin de ji kêm bawer bûn ew nivîs diqtand û mafê hiştinê ne didayê. Dibe ku ev sedema kêm zabenûn, civak anjî jiber ku bavê min di milê ziman de xurte ji tirsa ku şaştî hebe min ew nivîs diqetand, lê her sedema bingehîn jî kêm bawerî bû.”
ZANEBÛN Û TEKOŞÎN HÊZ DİDE
Narîman da zanîn ku bi armamca xurtkirina asta ziman û naskirina wêjeya kurdî derbasî akadimiya Ceger Xwîn ya bakurê Kurdistanê bûm û wiha pêde çû: “ Li akadimiyê ketim ferqeya nivîs û hêz, her wiha bandoriya wê ser pênûsê. Mamosteyan jî ferqkirin ku asta minî nivîsê heye, ji bo wê jî gotin erê wêjeya kurdî di warê xurtkirina nivîsê de alîkare, lê ew tenê têrê nakê, wê demê min naskir ku dema tekoşîn û asta zanista wêjeyî hebe wê, wê bawerî û pênûs bi hêzbe.”
BİRYARA XWE PÊK ANÎ
Narîman diyar kir ku di 1.Pêşngeha pirtûka Ş.Herkol li Rojava tenê wekî komîteya amedekar tevlî bû û wiha dom kir: “Akadimiya Ceger Xwîn û pêşngeha yekemîn hêzda ku ez êdî bi nivîsên xwe beşdarî bibim, di 1.pêşngehê de biryar da ku di sala bê de bi berhemên xwe beşdar bibim. Min biryara xwe pêk anî û di 2.pêşngeha pirtûkan bi 3’ê çîrokan tevlî bûn.”
Bİ BERHEM TEVLÎ BÛM
Di çarçoveya danesîna çîrokên ku tevlî pêşngehê bû Narîman wiha got: “Pirtûk an jî 3 çîrok du ser jinê û yek ser hevalek şehîd beşdarî pêşngehê bûm. Çîroka bi navê “Xwnên bi êş” ser şehîd Dîrok ji Amûdê ye, ev çîrok ser hind nivîsên wê malbat gihand me û agahiyên hevalên wê ev çîroka ser zaroktaya wê heya tevlî bûn û şehadeta bi alîkariya Botan nivîsand. Her wiha herdû çîrokê din ser jinê ye, yek bi navê “Çima” ku ew jin di her tişta jiaynê wê de bi çima derbas dibe, heya dawiyê dibêje ma ew nebe her derbas dibe ma ji bo wê jî navê çîrokê “Çima”ye.”
JİN XWEDÎ HÊZA VEŞARTÎYE
Narîman Evdikê bal kişand ser pêşngehê û got: “Di her milî nivîs, çîrok, helbest, şêwekarî û wênede, her wiha di her baskekî pêşngehê de jin bi rengekî cihê xwe girt ev bi serê xwe serkeftin û hêzdayîna pênûsa jinê ye. Ev tê wateya ku êdî jin dîroka xwe bi pênûs û rengê xwe binivîsîne. Narîman wiha bi dawî kir: “Wekî biryar ku di sala bê de bi pênûsa xwe tenê, çîrokê û berhemên nû tevlî pêşngehê bibim.”
Ferîşte NEZÎR






