Rojnameya Ronahî

Tûndî kuştina nirxên madî û manewî ye

Nehîr pale  

Li hemberî jin tûndî meşandin têkiliya xwe bi zîhniyetê re heye. Tenê weke bertekekê pêşnakeve. Tûndiya siyasî, fêzîkî, piskolojîk û aborî li hemberî jinê tê meşandin. Diyardeya tûndiyê dibe ku ne bi malbatê re pêşketibe, destpêkê ji saziyên dewletê dest pê kiriye. Ji aliyê desthilatdaran ve fêzîka jin ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne rêbazekî herî qirêj ê tûndiyê ye. Ji dema 3500 BZ Someriyan destpê kirine fêzîka jinê dane bi kar anîn û di rêvebirina civakê de dor lê teng kirine, ango hemû berhemên wê ji dest girtine û kirine bin xizmeta berjewendiyên xwe de. Êdî pêvajoya şehristaniya Someriyan ji bo jinê şikandina yekemîn tê pênase kirin û tûndiya herî dijwar ji wê demê dest pê kiriye. Jin weke fahîşe dayîna bikar anîn tûndiyeke siyasî, fêzîkî û piskolojîk e.

Malbat jî weke saziyeke dewletê bûye sedema şideta fêzîkî û piskolojîk a li ser jinê tê meşandin asayî bibe. Ev tûndiya li hemberî jinê tê kirin di bin navê exlaq û zagonên civakê de tê kirin û herî zêde di bin navê ol de tê kirin. Zîhniyeta cinsiyetparêz rewa dike û temenê wê dirêj dike. Êdî li ser asta kes, malbat û civakê eger mêr tûndiyê li hevjîna xwe neke ew ne mêr e. Destdirêjî li jinê kirin, pir zewacî û îxanet lê kirin ji mafê mêr tê dîtin û kesek hesab jê naxwaze. Di vir de mulkiyet jî yek ji sedemên ku tûndî li jinê tê kirin. Civak li beramberî tûndiya li ser jinê bêdeng û bê helwest dimîne ji ber guneh an heram nabînin, ew maf daye mêr ku hemû teşeyên tûndiyê li ser jinê bide meşandin. Eger tûndî bighîje asta ku bav destdirêjî keçên xwe bike, yan jî bira destdirêjî xwişka xwe bike, wê demê civak vê yekê guneh û heram dibîne û daxwaze cezakirine dike, dîsa jî xwe nade ber berpirsyartiya exlaqî û manewî ya civakê û hesab naxwaze. Civak li bendê dimîne ku dewlet hesab bixwaze ango ne tenê jin bê parastin maye her wiha hemû nirxên madî û manewî yên civakê bê parastin mane û kesek berpirsyartiya wê ranake. Ev jî dibe sedema ku diyardeya tûndiyê hîn kûrtir bibe û bighîje asta ku ziyanên mezin bide civakê.

Tûndiya siyasî jî ku li ser jin û civakan tê meşandin ji sedsala nehemîn û dehemîn li Rojhilata Navîn û giştî cîhanê dest pê kiriye. Di sedsala 19’mîn û 20’mîn de gihîştiye asta ku bibe rêbazekî li hemberî civakan were bikar anîn. Di encama tûndiya siyasî de komkujî li ser civakan hatine kirin. Mînaka wê komkujiya Dersim, komkujiya Ermeniyan, qirkirina Kurdên Êzidî û hwd. Niha jî di encama tûndiya siyasî de gelê Filistînê di qirkirinê re derbas dibe û sedema wê Hemas, Israîl û Tirkiyê ye.

Şerên ku bi destê deshilatdaran têne kirin bûne sedema ku diyardeya tûndiyê kûrtir bibe û civakê berbi hilweşînê ve bibe. Civak û bi taybet jin eger xwe birêxistin nekin û nikarbin xwe biparêzin wê mîna pez rastî komkujî û qirkirine werin.