Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Dicle yên li Dêrikê diyar kirin ku ew xebatên xwe di çarçoveya plansaziyekê de berdewam dikin û dan zanîn ku weke heftane perwerdeyên xwe yên li ser wênesazî, muzîk, şano, dîlan û hwd, jî dibînin.
Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya Dêrikê derbarê xebatên xwe de nêrînên xwe anîn ziman.
Fatma Îzedîn di sala 1996’an de beşdarî xebatên çand û hunerê dibe û di beşê şano de, paşê di beşê dîlanê û herî dawî jî di koma kevneşopiyan de cih digire. Fatmayê diyar ki ku ew bi saya mamostê govendê Bavê Lawîn yê ji ber avê ew perwerde bûne û niha bûne mamoste. Fatmayê wiha got, “Em niha jî heftane perwerdeya xwe dibînin. Ez di meclîsê de di beşa çand û hunerê de cih digirim. Em weke meclîs hewl didin ku komîteyên çandê werin çalak kirin. Ji bo ku li hemû navendan xebatên me pêş bikevin nêrîn û pêşniyar ji Meclîsa TEV-ÇAND’ê re tên kirin. Em weke jinên endamên çandê yekser bi Tevgera Kevana Zêrîn ve girêdayî ne.”

Endamê Koordînasyona Navenda Çand û Hunera Dicle ya Dêrikê Elî Hacî jî axivî û diyar kir ku ev xebatên çand û hunerê bi şoreşa 19’ê Tîrmehê gihiştin asta xwe ya niha û wiha got: “xebatên me yên niha hemû destkeftiyên Şoreşa Rojava ye. Di dema rêjîmê de jî komên me hebûn û me xebatên xwe yên hunerî berdewam dikir. Koma me ya kevneşopiyan di sala 2011’an de ava bû. Armanca komê ew e ku çanda bav û kalan ya kevnar biparêze. Hêjmara endamên wê 12 ne.”
Elî diyar kir ku ew diçin kampa newroz perwerdeyê didin welatiyan û wiha dewam kir, “Rojane 4 mamosteyên navenda me li kampa newroz perwerdeya wênesazî, muzîk, dîlan û şanoyê didin 40 şagirtan.” Elî destnîşan kir ku ew girîngiyeke mezin didin stranên dengbêjiyê û ji bo wê jî xebatên xwe yên taybet didomînin. Elî got, “li ser axa Mezopotamya gelek çand nikaribûn xwe biparêzin û tune bûn. Lê çanda Kurd xwedî kevneşopiyeke kûr e lewra jî heta roja îro hebûna xwe parastiye. Em dixwazin çand û hunera resen ya kurd bi nifşên nûhatî jî bidin nasîn da ku ew jî lê xwedî derkevin û biparêzin.”
Gulbîn BOZO






