Rojnameya Ronahî

Pêwîste ku jin xwe ji sîstemê qut bike

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Hêlîn Umît got, “Şert e ku jin ji sîstemê qut bibe û xwe bi rengekî cuda bi rêxistin bike. Jin çiqasî xwe xweser bike, ewqasî xwe, zayenda xwe nas dike, dibe xwedî îrade.”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser jinê axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Hêlîn Umît Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir ku li hemberî sîstema komplo û qirkirinê ya Îmraliyê berxwedaneke bêhempa dimeşîne.

Umît anî ziman ku divê berxwedana li Îmraliyê û kiryarên li wê derê weke navenda bûyer û qewimînan bêne nirxandin, lewma rastiya Îmraliyê û rastiya Rêberê Gelê Kurd her tim di rojevê de bêne hiştin.

Hêlîn Umît salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê jî li damezrînerê PKK’ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Umît got, “Girîng e ku li dijî Navenda Qirkirinê ya Îmraliyê, li dijî sîstema qirkirinê têkoşîn bê meşandin. Pêwendiya vê yekê bi bilindkirina pîvana azadiyê heye. Li ser vê bingehê bang li her kesî dikim ku dema bê, di vê meha partiyê de sîstema li ser Rêber Apo rêberê azadiyê bişikînin.”

Tundiya li ser jinê di bingeha şaristaniyê de heye

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê beriya her tiştî banga têkoşîna rêxistinbûyî li jinan hemûyan kir û got, “Cîhana em tê de veguheriye qadeke welê ku ji ber feraseta bi serweriya mêr jiyan lê zehmet bûye. Hema bibêje li her qada jiyanê tundî heye. Lê belê di navenda vê yekê de tundiya li dijî jinê heye. Analîzên dîrokî û civakî timî me dibe rojên destpêkê yên dîrokê. Em bala xwe didin ser wê yekê bê şaristanî, dewlet, desthilatdarî çawa ava bûne. Vê yekê dibînin; şaristaniyê xwe spart du tiştan û bi vî rengî ava bû. Bi serweriya li ser jinê ava bû û ev yek jî xwe dispêre derew û tundiyê. Tundiya li dijî jinê di bingeha şaristaniyê de heye. Bêyî tundiya li jinê şaristanî, dewletperestî, sîstema desthilatdarîperestî nabe. Ji ber vê yekê zayendîperestiya civakî di gotinan de jî heye. Gotinên, ‘Divê tu ço li ser serê jinê kêm neke, dema serê xwe rakir divê tu lê bixe’, ji bo wê yekê ne ku jin ti carî nebin ya xwe, timî bê xistin, timî bê birûmetkirin.”

Hêlîn Umît anî ziman ku beden û hebûna jinê ya ku di destpêka mirovahiyê de weke pîrozmendiyê hate dîtin, bi şaristaniyê re veguherî tiştekî welê ku biçûk bê xistin, kêm bê dîtin û destnîşan kir ku di bingeha tundiyê de jî rastiyên bi vî rengî yên îdeolojîk, zayendîperestî hene.

Hêlîn Umît bi bîr xist ku jin li tevahiya cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn di nava şerekî giran de ne û wiha dewam kir, “Ji ber vê yekê di 25’ê Mijdarê de divê tundiya li ser jinê tê kirin, her wiha têkoşîna li dijî tundiyê hîn bêhtir di rojevê de bê hiştin. Ev yek jî ne tenê di rojekê de bê kirin. Bi rastî jî pêwîstiya me gelekî bi têkoşîna rêxistinbûyî heye. Pêwîstiya jinan bi wê yekê heye ku li hev kom bibin û dengê xwe bilind bikin.

Rabûna li ber sîstema milkiyetê ya heyî ji bo jiyana bi rûmet a jinê şert e. Bala xwe bidin ser; jin weke xwe nîne. Her tim a hinekan e. A hevserê xwe ye, a bavê xwe ye, a hevalê xwe yê mêr e. Her tim a mêrekî ye. Sîstema milkiyetê bi vî rengî ye. Niha partî jî bi heman rengî dikin. Yanî jin ên li nava AKP’ê her tim bi vî rengî ne. Yanî jin ne ya xwe ye. Ev tunekirin bi xwe çavkaniya herî mezin a tundiyê ye.

Divê jin bibe ya xwe. Namûsa herî mezin ew e ku jin bibe ya xwe. Divê em bibin a xwe. Em jin divê xwedî li hev derkevin. Bavê me jî be, mirovekî ku em gelekî jê hez dikin jî be, mêrek jî be divê têkildarî jinê biryarê wernegirin. Divê jin bi xwe biryarê têkildarî xwe bidin. Rêya vê yekê jî qutbûna ji sîstema heyî ya bi serweriya mêr e.

Şert e ku jin xwe ji sîstemê qut bike û bi rengekî cuda xwe bi rêxistin bike

Şert e ku jin bi qasî jê tê xwe ji sîstemê qut bike û bi rengekî cuda xwe bi rêxistin bike. Jin çiqasî xwe bi rengekî xweser rêxistin bike, çiqasî li ser lingê xwe bisekine, ewqasî xwe nas dike, zayenda xwe nas dike, dibe xwedî îrade û dibe xwedî cihê hurmetê. Hezkirin û dilsoziya rasteqîn jî li ser vê bingehê li şûna xwe rûdinê. Lewma Rêber Apo got, ‘Aştî çavkaniyeke hezkirinê ye’. Ev ne gotineke ku weke wêjeyê hatiye gotin. Ji ber vê hişmendiya azadiyê, felsefeya azadiyê tevgera me ya jinê ya PKK’ê ji aliyê cewherî ve bûye çavkaniya hezkirinê. Bêyî vê yekê rabûna li ber tundiya heyî nabe.

Em qala rastiyeke welê dikin ku bûye mîna cinawirekî. Şaristaniya heyî ji her alî ve mêr e. Li her derê siyaset bûye karê mêr. Li nava artêşê ew serwer in. Ew diaxivin, ew diyar dikin. Barê sîstema mêtinger a kapîtalîst, barê şer hemûyan li pişta jinê dikin. Gelo jin wê vê yekê weke qederekê ji xwe re bibîne? Yan jî wê ji bo diyarkirina rêya xwe li hev kom bibe, xwe bi rêxistin bike û têbikoşe? Em dibêjin me bi rengekî bingehîn rêya vê yekê ava kir. Yanî weke PAJK’ê me ji jinên cîhanê re rêyek danîn, bûn mînak û modelek. Di serî de jinên li herêmê em bang li jinan hemûyan dikin ku vê mînakê, vê pêşengiyê baş nas bikin, bi rengekî rast tevlî bibin û li dijî sîstema bi serweriya mêr têbikoşin.”