Rojnameya Ronahî

‘Jin ji bo aştî û aramiya siyasî xwedî roleke mezin e’

Birûc Resûl/Qamişlo

Hevseroka MSD`ê Canda Remo diyar kir ku bi belavbûn fikr û ramanên Rêber Apo, wekî tevahiya qadan  jinê dikarîbû di qada siyasî de jî bibe pêşeng û got, piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê jinên bakur û rojhilatê Sûriyê di qada siyasî de roleke mezin lîstin û bûn pêşeng.

Ji 5 hezar sal û vir de ji dema avakirina pergala baviksalarî ya ku ji bo berjewendiyên desthilatdaran hat avakirin, rastî û pênaseya rast a civakê jî bi vê yekê re hat wendakirin. Her wiha rol û misyona jinan a ku her tişt di civakê de afirandiye û civakbûn bi pêş xistiye bû hedefa mêr. Pergala zihniyeta baviksalar ji bo civakê bixe bin xizmeta xwe destpêkê dest avêt nirxên jinê. Ji ber ku ger vîn û rola jinê di civakê de lawaz be, yekser civak dikeve xizmeta desthilatdaran de. Lê piştî 5 hezar sal bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, ew pergala baviksalar di civakê de lawaz bû. Bi vê yekê re rol û misyona jinê û pênaseya rast a jinê derket pêş û êdî hemû çareserî bi destê jinê ne. Wekî tevahiya qadan, jinê di qada siyasetê de jî bû xwedî gotin û rola xwe lîst.

Derbabê rola jinê di qada siyasî de Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk MSD`ê ya Kantona Hesekê Canda Remo ji rojnemeya me re axivî.

Canda Remo da zanîn ku beriya derketina tevgera azadiye jin di rewşeke bê mafî û ne edaletê de mabû û wiha got: “Jin di pêvajoya tundî û temisandina nav û xwezaya xwe de derbas dibû, lewma tu carî li Rojhilata Navîn  dengê jinê nehatibû derkrtin. Bi taybet dengê jina kurd, her wiha piştî şoreşa Rojava derfetekî pir mezin da jinan, ku guhertinek e cidî di rewşa xwe de pêk bîn e. Me dît çawa jinan dikarîbû xwe di hemû beşên jiyanê de ifade bikin û rola xwe ya girink bilîzin,  ev jî bi pêşxistina aliyê perwerde , şopandin û lêkolînê de me dikarîbû ferq û cudahiya zanebûn û rola jinan bibînin. Beriya Şoreşa Rojava gelek jin tenê karê malê dikrin û zarokên xwe xwedî dikirin. Jinên Sûriyeyî gelek berdêl dane. Jin li herêmên di bin kontrola rejîmê de hîn jî ji gelek mafên xwe mehrûm in û rastî gelek zehmetiyan tên. Ez hêvî dikim ku pêşketinên jin li herêmên bakur û rojhilatê Suriyê pêk anîn, li tevahiya erdnîgariya Sûriyeyê jî pêk were.”

 ‘Jinên bakur û rojhilatên Suriyê bûn mînak ji cîhanê re’

Canda wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Bi belavbûn fikr û ramanên Rêber Apo sedema herî bi wate û girîng ew bû ku jin karîbû sûdeke mezin ji fikr û ramanên Rêber Apo bigre, her wiha bi roniya vê felsefê rêka  azadiyê afirand û ronî kir. Jin di hemû qadan de cih girt, yek ji wan qadan de jî qada siyasî ye. Wek em dizanin ku beriye şoreşa Rojava, jin hatibû tunekirin û di civkê de hatibû çewisandin. Îro em dibînin çawa jin bi hêza xwe ya siyasî dikare bajar û welatan bi rêve bibe û di qadên diplomasî de rola xwe ya giring dilîzin, her wiha jinên li bakur û rojhilatê Suriyê bûn mînek ji tevahî jinên cîhane re.”

‘Jin di qada siyasî de gelek sîorên li dijî wê şikand’

Canda tekîz kir ku qada siyasî qadeke di dîroka mirovahiyê de li ser navê zilam bû û wiha got: “Di dîroka dewletan de, tenê zilam munasib didîtin ku di qadên siyasî de kar bikin. Lê jina kurd ev sînor şikand û di nava civaka xwe de weke sembola jiyanê tê nirxandin. Zemîna ku jina kurd niha avakiriye zemîna parastina mafên jinan yên siyasî ye, di heman demê de parastina jinan di civakê de. Jina kurd dikarîbû tevahî sînorên xirab bişkîne û deriyê siyaseta ku di rûyên jinan de girtî bû veke, da ku jin bikaribe bi awayekî wekhevî û azad xwe ifade bike.”

‘Divê jin rola xwe bilîzin’

Hevsroka  Meclisa Sûriya Demokratîk  MSD’ê a Kantona Hesekê Canda Remo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêwîste hemû jinên Sûriyeyê ji bo beşdarbûna di pêvajoya siyasî û dîplomatîk de xwe amade bikin, gelek jin hene ku dikarin vî karî bikin lê pêwîstiya wan bi piştgiriya me heye. Jin ji bo aştî û aramiya siyasî li herêmê xwedî roleke mezin in. Divê em ji bo jinên ku di siberojê de me temsîl bikin, bibin destek. Ji ber vê pêwiste hemû jin xwe di asteke mezin de binirxînin û tekoşînê bidine meşandin da ku bibin xwedî maf di qadê jiyanê de ne tenê di aliyê siyasî de.”