Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşengeh ji bo pêşxistina xwendinê girîng e

28/07/2018
in Uncategorized
A A
Pêşengeh ji bo pêşxistina xwendinê girîng e
Share on FacebookShare on Twitter

Duyemîn Pêşengeha Pirtûkan ya ku di 20’ê Tîrmehê de destpêkiribû û di 26’ê Tîrmehê de jî bi dawî bûbû. Kesên ku beşdarî pêşengehê bûn nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku pêşengehên bi vî rengî ji bo pêşxistina çanda xwendînê girîng in.

2.Pêşngeha Pirtûkan di bin siya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Bi dirûşmeya “Bi xwendinê em zindî dibin” di 20’ê Tîrmehê de li hola Zana ya bajarê Qamışlo hatibû li darxistin di roja 6 de bi xelatkirina hijmarek nivîskar û mêvan bi dawî bû. Ku di pêşengehê de zêdeyî 17 hezar pirtûkên cur be cur çandî, wêjeyî, civakî, siyasî û zanistî û bi 6 zimanan ( Kurdî, Erebî, Suryanî, Tirkî, Inglîzî û Ermenî) hatin pêşkeşkirin. Her wiha wêneyên fotografî yên YPG û YPJ’ê û hêzên asayîşê û ser navê Komeleya Jina Rewşenbîr tablo hatin pêşkeşkirin.
Girêdayî mijarê Rojnamya Ronahî nerîn û nirxandinên nivîskar û beşdarvan girti û diyar kirin ku Pêşngehan dê bibe pira gihandin û naskirina çandên cûda û avakirina çanda xwendinê.”
Jİ 17 HEZRAN 9 HEZAR HATE BELAVKİRİN
Endamê Komîteya Amedekar a 2.Pêşengeha Ş.Herekol Aram Elî ser armanc, tevlîbûn û proje ev agahî dan: “Di pêşengehê zêdeyî 17 Hezar pirtûk bi 3 hezar nivîskarî û bi 6 zimanê, her wiha naverokên cûda ber xwîneran hatin raxistin; ku zêdeyî 9 hezar pirtûk li xwîneran hatin belav kirin. Di heman demê de weşanxwyên Bakur wekî Wardoz û ji Başûrê Kurdistanê Endîşe diriya pirtûkxaneyên Cizîrê beşdarbûn, her wiha du weşanxane ji Şamê wekî Tekwîn û Zeman tevlî bûn bi giştî 25 sazî û dezgehên rewşenbîrtiyê tevlî bûn.”
Aram Elî da zanîn ku ji bo pêşxistina qada rewşenbîrtiyê hewldanên projeyan hene û wiha bi dawî kir: “Di projeyên avakirina pêşengehek mezin, ne tenê ji bo pirtûkan hemû rengê wêje, çandî û hunerê bi 350 bask avabikin, her wiha milê têkiliyan jî xurt bikin.”
PİRTÛKÊN KURDÎ BALA XWÎNERAN KİŞAND
Xwediyê Pirtûkxaneya Manîsa Ji bajarê Dêrikê Azad Dawid jî wekî beşdarvan wiha pêşengeh got: “Ev cara duyemîn beşdarî pêşnegehê dibin, yekemîne bi 2500 pirtûkî, lê ya duyemîn de bi 4 hezar pirtûkî bi 600 sernivîsî û bi 3 zimanan Kurdî, Erebî û Engilîzî beşdarbûn. Lê ya girîn pirtûkên kevin dîroka wan zêdeyî sed salî beşdarbûm. ya ku bala min kişand xwîner piranî pirtûkên dîroka û çanda kurdî berin.”
PÊŞNGEH Dİ ROJAVA DE SÎNORDAR NEBE
Azad di dawîd de sipasiya Desteya Çand û komîteya amdekar kir pêşengeh di hemû milî serkeftî bûn, tenê kêmaniya cih teng bû. Ya girîn ne tenê pirtûk, wêne û şêwekarî jî hebû, tayabet masya gilover ku nîqaşên girîn ser rola rewşenbîr, şano û ragihandin hatin nîqaşkirin ku her çiqas hind nerînên cûda hebûn jî lê, armanc yak bû ew jî hêzdayîna pênûs û nivîskaran bû, Azad wiha bi dawî kir: “Em bi hêvîne ku mîna van pêşngehan di Rojava de sînordar nemîne.”
HATİNA ROJAVA
DERFETEK BÛ
Rojnamevan û nivîskarê Mısrê Seyîd Ebdilfetah Mihemed diyar kir ku bi hatina Rojava û beşdarbûna 2.Pêşengeha pirtûk kêfxeş û destkeftiye û wiha got: “Vexwendina min derfet çêbû ez şoreş, çand nerîn rewşenbîrên rojava bi kurtasî tevgera çandê nasbikim cihê şehnaziyê ye. Di heman demê bû derfet ku bi pirtûka xwe beşdarî pêşneghê bikim, li gorî derfetên heyî û rewşa şoreşê pêşengeh bi tevlîbûn, rengê pirtûk, ziman û çand bala min kişand.”
PÊŞENGEH ÇANDA XWENDİNÊ ZİNDÎ KİR
Seyîd bal kişand ser kêm xwendin û wiha dom kir: “Di rojhilata navînde xwendina pirtûkan kêm bûye, di virde erka rewşenbîr û desteyên çand û hunerê ku çareseriyê bibîne, ev pêşengeh jî mîna çareseriyekê ye bû.”
PÊŞNGEH PİRTÛK Jİ WİNDA BÛNÊ XİLAS KİR
Ebdilfetah Seyîd bi van gotina dawî kir: “Da ku ez layqî vê vexwendinê bibim, dema ez herim welatê xwe, semîneran ser tevgera çand û tekoşîna Rojava bidim. Ku di10 salên dawî de tayebt ji şoreşê ku ev 7 salin pirtûk di koşeyekê de ji ihmalkirinê toz girtbû, lê em dikarin bêjin ku bi vê pêşngehê bi hezaran pirtûk û tevlî bûn ev toz ser wan pitûkan rakir û bû pira naskirina çanda hemû netewan.”
PÊŞNGEH DİYRDEYEK BALKÊŞBÛ
Berpirsê Komeleya Suriyanî Hena Hena anî ziman ku li gorî rewşa şer û derfetên heyeî pêşngeh di warê tevlîbûn, cûreyên pirtûkan gelekî sekeftîbû û wiha got: “JI bo wê jî ev pêşngeh diyardeyek zengîne û cihê mînakê ye. Em bi 30 berhemî bi zimanê Erbî û suryanî tevlî bûn, ji ber ku Pirtûka şoreşa viyêtnamê xwendiye, ev şorea Rojava ne kêmî ya viyêtnamêye ku qada çand û rewşenbîrtiyê taybet di Cizîrê de heya astekê xwe pêşxist û nebû qurbaniya şerê taybet.”
Hena wiha bidawî kir: “Tevkî tureyên civakî pêşketiye û şerê taybet di civakê tê meşandin dîsa ev pêşngeh dikarîbû bala xwenîran bikşîne ser pirtûkan, ji ber ku Rojava xwedî axek hilbirîne û gele netew û çand bi jiyanek komînal bi hevre dijîn, ev jî, sedemek ku tevlîbûnek cûrbecur çêbe.”

Melek DEMÎRTAŞ

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.