Rojnameya Ronahî

Rêber Apo; “Bijî û bide jîyankirin!”

Cîger Dilşad

Gotina dawî di serî de bejim; felsefa PKK’ê ya jîyanê ew e ku;mirov an bi rûmeta xwe û azad bijî,an jî mirineke bi rûmet e! Her wiha cewhera felsefa PKK;”bijî û bide jîyankirin” e! Ji pêşengên Tevgera Azadîyê Kemal PÎR’an pir baş nêrîna PKK’ê ya li jîyan û mirinê anîbû ziman;”em bi qasî ku di oxira jîyanê de bimirin ji  jîyanê hez dikin”

Bi kurtasî,felsefa PKK ,ku ji dîtin û ramanên Rêber APO darivîye,bi tu awayî mirin bi mirovan xweş nekirî. Tişta kirî û dike ew e ku di civaka Kurdan de tova jîyaneke bi rûmet û azad çand û ew bi rêxistin kir-dike.

Belê,PKK; ji xwelîya civakeke ber bi tunebûnê bi lezeke mezin dihate dehfandin kes û bi kes re jî civakeke ku bû  û dibe ya xwe derxist holê. Bê guman hêj pir tiştên bêne kirin hene. Lê di van 46 salên derketina PKK û 51 salîya têkoşîna Rêber APO de  xîma civaka azad hate avêtin. Haveyna xîma civaka Kurd ya hemdem keda Rêber APO û xwîna şehîdan e!

Rêber APO di her mijarê de felsefa ;”tişta heyî nebaş e,ya baş gengaze” ji xwe re kirî rêgeza jîyanê. Ev felsefa ku bi xwe ji xwe re kirî rêgez û heta niha li ser dimeşe û bi wê hemû destkeftîyên Kurdan bi dest xistine,di mijara jîyan û mirinê de jî bi heman felsefê nêz bû, dibe. Çiqasa jîyan xweş û delal kir,her got;”jîyaneke ji wê xweştir heye û gengaze”. Mirin bê wate kir û jîyana ku li ber lingan bû,derxist qata jor û watedar kir. Jin ji nava lep û lingên mêr derxist,kire hêz û bi jina azad re civaka Kurdan, ya ku li “paş” hatibû hiştin,kir pêşeng ji gelan.

Bê guman Rêber APO ne malek ji xwe re ava kir,ne hevser,ne zarok û ne jî pereyek di bankayên Siwisrê de dane razandin. Yanê ji bo xwe tiştek berhev nekir,nexwest. Gelek kesên ku ji xwe re dibêjin ;”ez serok im” malbat,zarok,pere ,erebe û gelek tiştên din kom kirin û wekî MALBATA BARZANÎ bi dewletên dagirkerên Kurdistan’ê ve hatine girêdan,û bi hemû hêza xwe êrîşî Tevgera Azadîyê dikin. Çimkî derdê wan ne gel e,derdê wan bi tenê ew û malbata wan e. Yên ku derdên gel ji xwe re kirine derd,qet bi berhevkirina mal û milk nafikirin. Tenê bi başîkirina jîyana gel û hemû beşên civakê difikirin. Ev e,Rêber APO jîyana nûh li Kurdistan’ê bi xwedî derketina li hevalên xwe yên doza azadîyê û êşên civakê ji xwe re kirin pirsgirêk û her têkoşîna rakirina nebaşîyan kir. Hevalê Hakî şehîd xistin,PKK ava kir. M. KARASUNGUR û Î. Bîlgîn şehîd xistin ERNK ava kir,fermandarê nemir EGÎD şehîd ket ARGK ava kir,Bêrîtan li dijî îxaneta MALBATA BARZANÎ xwe ji latan de avêt û şehîd bû Artêşa JINAN avakir. Belê,Rêber APO fikara “ez bimir im,ez ê werim ji bîr kirin”ji holê rakir.

Bi kurtasî kesayeta  ku di gola îxanetê de avjenî dikir û her di xizmeta neyarê xwe de bû kuşt û kesayeteke ji boyî xwe,civaka xwe û hemû mirovahîyê afirand. Felsefa “HEVAL” xuliqand û kir malê civakê. Îro  heger JIN JÎYAN AZADÎ bûye xeta azadîya mirovahîyê,bûye îlham ji jin û xortên cîhanê  re,ev rasterast encama kuştina mirinê ye. Keda Rêber APO ya birêxistkirina  felsefa jîyana azad e. Heger jîyana koledar lanet û mahkûm nekira,ne gengaz bû ku îro qala Kurdan û mafên wan bihata kirin. Rêber APO bi pêşxistina dahurandinan re jîyana mirovê/a civaka Kurdistan’î ji hemû nebaşîyan paqij kir.

Rêber APO yek tiştek kir;jîyana rast,jîyana azad,jîyana bi reng û dengê jinê hatîye strandin,ku yekane rêya azadîya hemû civakê ye, şirove kir û hemû xislet û taybetmendîyên ku dagirkeran û pergala Kapîtalîst  di kesayeta mirov de çandine li ber çavên kes raxistin. Pişt re ji kes re got;”fermo! Du rê li ber te hene;rêyek te dibe mirinê,ya din te dibe jyaneke   rûmetbar,azad û mayînde. Kîjanê dixwazî li te maye,biryar ya te ye.” Rêber APO yek mirovek bi darê zorê neşandî şer,nexistî nava refên PKK’ê. Heta bi sedan car gotî;”min hûn bi darê zorê neanîye nava partîyê. Yê/ya naxwaze bila biçe mala xwe!”

Mirov dikare hin karan bi hin kesan bide kirin,lê kesek nikare bi darê zorê mirov li serê çîyan û di mercên herî zor de bigire û têxe şer. Hele çalakîyên canbaxşane,tu hêz ji bilî bawerîya mirov bi jîyana azad,nikare çalakîyeke canbaxşane bi mirov bide kirin. Herî dawî çalakîya Rojhat û Erdal’an ku di dilê dewleta Tirk ya faşist de çalaki kirin û pergala Erdogan-Bahçelî hejandin.

PKK bi paradîgma Modernîteya Demokratîk tova felsefa ;”bijî û bide jîyan kirin” li çar alîyên cîhanê belav dike. Kampanya “ji Rêber APO re azadî,ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û Konferasa  yekemîn ya ciwanên enternasyonalîst nîşaneyên herî ber bi çav e ya hembêzkirina dîtinên Rêber APO ji hêla rewşenbîr,feylesof,tevgerên femînîst,anarşist,antîkapîtalîst û hêza pêşeng ya sedsala 21’an; jin û ciwanan ve ye. Bê guman derketineke wiha civakî gerdûnî şefên pergala Modernîteya Kapîtalîst ji her demê pirtir daye tirsandin û wê êrîşên xwe bi awa û rêbazên nûh bidin meşandin.  Heger em wekî gele Kurd û rêxistinên ku kampanya; “ji Rêber APO re azadî,ji pirsgirêka Kurd re çareserî”dane destpêkirin xwe ji her êrîşê re li gorî jînkirin û jîyankirina felsefa Rêber APO amade bikin û li dijî her êrîşê bi êrîşeke dijber di dem û cihê wê de bersivê bidin,wê mirovahî di bin ala APOGERÎ serkeftineke dîrokî bi dest bixe.

Jixwe partîya Rêber APO;PKK bi rihê Rojhat’an û Erdal’an dikeve sala 46’an.  Ev tê wê wateyê ku PKK xwe ji her fedekarîyê re amade kirî,da ku felsefa “”bijî û bide jîyankirin”.

Bi vê wesîleyê careke din hemû şehîdên Tevgera Azadîyê bi minetdarî bi bîr tînim,berxwedana Rêber APO silav dikim û hêvî û bawerîya min ew e ku, sala 46’an ya PKK wê bibe sala serkeftina gelan.

SERSALA DAMAZRANDINA PARTÎYA GELAN PKK PÎROZ BE!

Di serî li Berdevkê Mirovahîyê Rêber APO,şehîdên nemir,hemû gerîlayên azadîyê û mirovahîyê bîroz be!