Rojnameya Ronahî

Hemahengiya Mafên Zarokan a herêma Cizîrê daxuyaniyek da

Hemze Sêvo/Qamişlo

Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanî, Hemahengiya Mafên Zarokan ya herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê  encamên rêzeçalakiyên xwe yên ku bi boneya vê rojê dabûn destpêkirin, eşkere kir.

Îro, Hemahengiya Mafên Zarokan a herêma Cizîrê, bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê, li pêş navenda Desteya Jinê ya bajarê Qamişlo  daxuyaniyek da û tê de encamên rêzeçalakiyên xwe yên ku ji bo zaroakan dabû destpêkirin eşkere kir.

Ev rêzeçalakî bi pêngavekê di 16’ê Mijdarê de ji bo Roja Cîhanî ya Zarokan  ji aliyê Hemahengiya Mafên Zarokan  û ji aliyê gelek tevger, rêxistin û desteyên herêma Cizîrê hatinbûn destpêkirin, bi daxuyaniyekê encamn wê hatin eşkerekirin .

Daxuyanî li pêşiya navenda Desteya Jinê ya herêma Cizîrê bû, herwiha daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê Hemahengiyê ve hat xwendin û  TEV_DEM, Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê, Weqfa Jinê ya Herêma Cizîrê, Rêxistina Stêrk û gelek sazî û rêxistinên din tevêlî vê daxuyaniyê bûn.

Di destpêka daxuuaniyê de bal hat kişandin li ser  Roja Cîhanî ya Zarokan û pêngava ku Hemahengiyê destpêkiribû wiha hat gotin: “Despêkê em   roja cîhanî ya zarokan li hemû zarokên cîhanê û bi taybet zarokên herêmên bakûr û rojhelatê Sûrî pîroz dikin.  Wekî tê zanîn di dîroka 16’ê Mijdarê de ji bo Roja Cîhanî ya Zarokan  ji aliyê Hemahengiya Mafên Zarokan ya  herêma Cizîrê  Pêngavekê di bin durşmeya ‘Em bi hev re zarok û zarokatiyê biparêzin’ hate dest pêkirin û li ser çar rojan hate meşandin. ”

Herwiha karûxebatên pêngavê jî di daxuyaniyê de hat eşkerekirin û  wiha hat gotin: “Li gorî bernameya ku hatibû diyarkirin ji milê hemû saziyên ku cihên xwe di vê kom xebatî de digirin, bername wisa hate meşandin.

Desteya Jin:

Vekirina çar navendên bi navê Ehlen simsim Li (çil axa- Dirbêsiyê- tirbêspiyê- Amûdê) hate kirin.

Şahî li mala parastina zarokan ya Hesekê hate lidarxistin.

Ziyareta komeleya al emîn ya zarokên  nexweşiyên penceşêrê hate kirin.

Şahî ji piraniya hedaneyên zarokan û navendên ehlen simsim hate li darxistin.

Ziyareta navenda helat hate kirin.

Ziyareta saziya malbatên şehîdan û belavkirina diyariya ji zarokan re li bajarê hesekê.

Rêxistina stêrk:  

Li hemû şaxên wê yên li Bakûr û Rojhelatê Sûriyê ji bo zarokan şahî ji zarokan û zarokên malbatên şehîdan yên Qamişlo, Şehb, Heleb,Hesekê, Kampa Waşokanî, Kampa Serêkaniyê û Amûdê hatine lidarxistin û diyarî jî hatin belavkirin.

Di rêya kesekî xêrxwaz 200 çakêt ji bo zarokên xizan hatin belavkirin, ji ber ku mala xeznan tevli şahiyê bûn  li ser zarokan diyari hatin belavkirin.

Desteya karûbarên civakî:

Şahî ji zarokên astengdar yên  navenda Rengîn li bajarê Hesekê hate li darxistin.

Şahî Ji bo zarokên astengdar yê navenda şehîd erîş ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Desteya şaredariyê:

Li gundê  xwzna li mala jiyana zarokan şahî hate lidarxistin û diyarî hate belavkirin.

Şahî li navenda amal ya destekdayînê ji bo zarokên şehîdan hate li darxistin.

Tev-Dem:

Şahî ji bo zarokên sinaha û zarokên soka hal û zarokên dibistana li hedîqeya qîraa hate li darxistin û diyarî hate belavkirin.

Desteya perwerdê:

Şahî ji zarokan re hate li darxistin, û li dibistana li ser roja cîhanî ya zarokan hate axaftin û giringiya vê rojê dane Xeyamî kirin.

Weqfa jina azad.

Şahî ji bo zarokên Keskesora Alan ya li Kobanê hate lidarxistin û di heman demê de şahî li gelek rewdatan li darxistin. ”

Di dawiyê de wiha banga xwe anî ser ziman: “    Di dawîde em bi navê Hemahengiya Mafên Zarokan hêvîdikin kû hemû zarokên cîhanê bi aştî û azadî jiyan bikin. ”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Roja Cîhanî ya Zarokan weke rojeke fermî bi fastîval û çalakiyên curbecur li seranserî cîhanê di roja 20’ê meha Mijdarê de de tên lidarxistin.

Herwiha Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî roja cîhanî ya zarokan di 20’ê Mijdara sala 1959’ê weke roja mafên zarokan pîroz kir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî gelek çalakî, şahî, daxuyanî û fastîval ji bo Roja Cîhanî ya Zarokan hatin lidarxistin.