Rojnameya Ronahî

Qencî

Sîpan Șînda

Di dîrokê de û bi taybetî jî di dîroka olan de, her tim du hîmên bingehîn hene; qencî û neqencî/xirabî yan ji bașî û nebașî. Ne tenê Xwedayê qencîyê û yê neqencîyê tenê, herweha civak jî li gorî vê bûye du beș û li hemberî hev dubendî girtine.

Peyva qencîyê yek ji peyvên ku di teolojî û di ontolojîyê de herî zêde li ser hatî sekinîne. Berovajî vê, neqencî/xirabî hatiye pașguhkirin û fîlozofan giraniya xwe daye ku qencîyê û girîngiya wê bi kûr û hûr bidine fêmkirin. Gelek fîlozofên weke Kant, Nietzsche, Augustinûs, Farabî, Xezalî, Xanî û Rûmî li ser qencîyê sekinîne û di derbarê vê peyvê de zêde serê xwe êșandîne. Lê ew qencîya ku ew behsê dikine, qencîya xas e. Ji xwe dive qencî xas be. Dema mirov qencîyê dike, divê mirov ne bi niyeta çi berjewendiyan bike û ne li benda çi tiștan be yan jî ji bûna hinek bêjine te qencî kir, bike. Ji xwe ew qencîya bi niyeta berjewendiyan bête kirin, çi hizûrê jî nade mirovî. Lê qencîya bêyî ku mirov çi hêvî jê hebe bête kirin, hizûreke bê hempa dide mirovî. Dema mirov qencîyê li yekê dike, divê mirov li wî/ê nede hîskirin ku vaye min qencî lê kiriye. Ji ber ku wê demê ew kes wê xwe di bin minetê de bibînin. Wê çaxî jî çi wateya qencîya mirovî namîne. Divê qencîya mirovî jî weke hez jê kirina zarok û welatê mirovî be. Çawa mirov bi dil û can ji welat û zarokên xwe hez dike, divê mirov qencîyê ji welê ji dil û can bike û ji qencan hez bike. Fîlozofê mezin Xanî di vî warî de wiha dibêje:

Ey dost bi dil be yarê qencan

Ya qenc bibe neyarê qencan

Ew qenc in û qencîyê dizanin

Ew xeyrê ji qencîyê nizanin

Di nava civaka Kurd de qencî û qencî kirin weke tiștekî pîroz tête qebûl kirin. Bi taybetî jî qencî li mirov û xizman, li cîran, nas û dost û derdorê kirin, her tim tête pêșniyaz kirin û teșwîq kirin. Heta tête ferzkirin. Lê di vir de jî dîsa qencîya xas girîng tê dîtin û bal tête kișandin ku divê çi hêvî ji qencîyê nebe. Gelo heke yê/a ku mirov qencîyê lê dike xirab be yan jî alîgirê xiraban be wê çawa be? Bê goman divê mirov qet li ser vê ne hizire û hecgo mirov qencîyê li qencan dike, li wan jî bike. Pêșiyên Kurdan gotine: Qencîyê bike û bavêje di avê de. Di virde niyet girîng e. Mirov qencîyê li kê bike bila mirov bikê, divê mirov bi niyeteke baș û dilekî sax bike. Qencî xwediyê xwe nas dike. Ango tu qencîyê ji bo xwe dikî ne ji bo tu kesek din. Ji ber ku ji dilê te tê tu dikî. Dibe ku niyeta kesên ku tu qencîyê li wan dikî xirab be jî, lê ew ne pirsgirêka qencîker e. Heta heke ew kesên ku mirov qencîyê li wan dike xirabîyê jî li mirovî bikin, divê mirov ji ya xwe neyê xwarê û qencîya xwe bidomîne da ku ew bigihê armanca xwe. Her çend di vî warî de gotinek ya pêșîyan dibêje “Qencîyê li qencan bike, lê li gorî min ev wate û naveroka qencîyê dikuje.

Bê goman gotinên pêșîyên Kurdan yên nerênî jî di derbarê qencîyê de hene. Weke dibêjin: Qencî kurê kerê ye. Yan jî: Qencî dibe gincî. Lê her çi dibe bila bibe, divê mirov li gorî wateya qencîyê ya xas hereket bike. Heke mirov qencî tenê li qencan kir, wê demê mirov ji neqencan re dibêje tu li ser riya rast î. Divê mirov tu caran xwe nexe di kirasê neqencan de û nebe hevalbendê wan. Weke Seyadayê Xanî dibêje:

Hindî ku bi wan bikî cefayê

Ew dê bikirin bi dil wefayê

Zinhar nebe muhibê xiraban

Ne dost ne dijminê kîlaban

Bê goman tu kes nabêje mastê min tirș e. Lê belê mastê mirovî be jî, dema tirș be, tama devê mirovî nexweș dike.