Thursday, May 22, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêber APO Kilîta Çareseriya Demokratîk e

19/11/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Desthilatdarok neyarên qewmê xwe ne
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

25  sal in sîstema îzolekirin û êşkencê di şexsê Îmraliyê de li dijî gelê Kurd bi rêbaz û şêweyên cuda têye meşandin. Êdî tecrîd weke sîstem li tevahiya girtîgehan xwe daye rûnişkandin û weke mentelîte jî pergala qirkirin û tunekirinê li dora qesrên desthilatdariyê hatiye pêçandin. Bi vê pergalê re, di şexsê Rêber APO de, hewl didin paradîgmaya çareseriya demokratîk derb bikin û naveroka hişmendiya Netewa Demokratîk ji nav bibin.

Rojhilata Navîn herêmeke wisa ye ku dergûşa razber û şênberiya mirovahiyê ye ku her tişt li wir dest pê kiriye û li cîhanê belav bûye. Lew re jî girîngtirîn erdnîgarî û navenda şaristaniyan e. Bi gotinek din; tabloya cihêreng a cîhana biçûk e. Çendîn malzarokatiya yekemîn kiribe, ewqas di nava tevliheviyên siyasî, aborî û civakî de jî, bi awayên cuda yên nakokiyan, jiyan dike. Ji ber ku navenda madî manewî ye, lew re jî ji hemû nakokî û kirîzên cîhanî re jî bûya mak.

Rêber APO ev xisleta Rojhilata Navîn baş lêkolîn kiriye û herî baş nirxandiye û ji hev derxistiye. Çi xisletên bi iqtîdarê re bûne yek, ango; jêdera wan iqtîdar bi xwe ye, weke pirsgirêkeke sîstemê ya dewlet û desthilatdariya zilamperest avakiriye, şîrove kiriye. Ji ber ku Rêber APO di vê taybetmendiya nakokiyan diafirîne de derxistiye, li dijî wê xebitiye û çareseriya pala xwe dide paradîgmaya ekolojîk, demokrasî û azadiya jinê pêşkêş kiriye.

Aliyek din; Rêber APO li cihê ku herêm û gelên wê wenda kiribûn, li çareseriyê geriya û civak li reseniya wê vegerand. Yanê banga civaka komînal a bi pêşengiya jina xwedawend hatiye avakirin û birêvebirin kiriye. Lew re jî aliyê zihnî û pratîkî ve, jin pêşengiya bicihanîna senteza Rêber APO a azadî û demokrasiyê dike. Ango; civakê li derveyî yapiya iqtîdarê birêxistin dike û çavakaniyên şîdet û hêzê yên xwe dispêrin bîrdoziya baviksalarî ya nêçîrê, ziwa dike.

Bê guman ev feraseta demokratîk a li dora dayîka afrîner ava dibe, bi kêrî berjewendiya desthilatdariya mêrperest nayê û ne jê dê were. Ji ber ku ferastek wisa mecbûre ku her tişt li ser koka xwe hişîn were. Ev yek jî bi xwe re serdestiyên heyî têk dibe û civakê li ser kokên wê birêxistin dike û li şûna desthilatdariyê, rêveberiyên xwezayî yên gel ava dike. Bi gotinek din; navendîtiya hikumraniyê bêçek dike, qels û amûrên wê yên şîdetê ji dest dibe û bê wate dihêle ku mecbûrî demokratîkbûnê dike. Rêber APO di cewherê xwe de, li dijî van xisletên bi têkbirina jinê re civakê berteref dikin, şer kiriye û bi rê ve biriye. Bi statuya heyî ya Kurdên Tevgera Azadiyê re, em dikarin bêjin, heya radeyeke dîrokî jî bi ser xistiye.

Rêber APO ji ber van sedeman bû armanca komployeke navneteweyî ku 25 sal in di nav îzolekirineke tund a bê mînak de ye. Rêber APO tişta ku kesekî ne diwêrî qalê bike, kir û çareseriya wê jî bi cesareta siwarên rojê danî holê û ji bo paşeroja gelekî, veguherî kaniya hêza jiyanî û hêviya azadî û demokrasiyê. Rêber APO bi şêwazên xwe yên çareserkirinê, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên herêmê bûye çavkaniya azadiyê. Hêvî û bendewariya gelan bi Rêber APO heyanî dawiyê heye, Rêbertî çarenûsa hegemoniyê jî xistiye metirsiyê, lew re; li Îmraliyê, bi rêya tecrîda girankirî, destwerdana xeta Rêber APO a azadî û demokrasiyê dikin û hewl didin bi rêbazên îzolekirinê rêya çareseriya demokratîk bixetimînin û hegemoniya şîdet û hêza cinsiyetparêz dewam bikin. Ji ber dizanin ku; Rêber APO kilîta çareseriya demokratîk a kirîzên Rojhilata navîn û cîhanê ye. Çendîn were paşguhkirin jî, bê paradîgmaya wî, çareserî ne pêkan e.

Post Views: 33
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir
CIVAK Û JIYAN

Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir

21/05/2025
XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ
HAJMARA PDF

XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ

21/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

21/05/2025
Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo
ÇAND Û HUNER

Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo

21/05/2025
Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e
ÇAND Û HUNER

Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.