Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewleta Tirk li pişt êrîşên Siwêda ye!

27/07/2018
in ROJEV
A A
Dewleta Tirk li pişt êrîşên Siwêda ye!
Share on FacebookShare on Twitter

Aloziya Sûriyayê ku ev 7 sal in didome û her ku diçe dijwariya wê kûrt dibe, ji ber destwerdana hêzên herêmî û navdewletî neyê çareserkirin. Bi taybet jî destwerdana dewleta Tirk ku di asta herî jor de ye. Deweta Tirk ji destpêka alooziya Sûriyayê ve bi hemû hêza xwe piştgiriya komên çekdar ên opozisyonê, DAIŞ û El-Nusra kir û hîn jî dike.

Ji xwe destê dewleta Tirk di piraniya êrîş û teqînên li Sûriyêya pêk hatine de heye. Êrîşa Siwêda ku roja çarşemê pêk hat û çeteyên DAIŞ’ê girtin ser xwe jî di vê çarçoveyê de pêk hatiye. Di wê êrîşê de zêdeyî 215 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûn. Dibe ku hin kes bêjin Siwêda li başûr-rojavayê Sûriyêye, dûrî sînorê Tirkiyêye, ma çi têkiliya dewleta Tirk bi êrîşa Siwêda re heye?. Bersiva vê pirsê di nirxandin û analîzkirina bûyerên demên dawî de dê zelal dibin. Heger em rewşa Xûta Rojhilat, Deraa û Idlibê binirxînin, têkiliya wan herêman bi hev re fam bikin, em ê karibin pir bi hêsanî bersiva pirsê bibîn in.

Xûta Rojhilat, Yermûk û Deraa herêmên ku ev çend sal in di destê çekdarên opozisyonê de bûn, rêjîmê ne dikarî wan herêman bi dest bixe. Lê piştî itîfaqên bi dewleta Tirk û komên çekdar re, rêjîma Sûriyê û hevkarên wê di encama itîfaqan ew herêm ji çekdarên opozisyonê vala kirin. Rê ji çekdar û çeteyên di wan herêman de bûn re hate vekirin ku derbasî herêmên Idlibê ya li Bakurê Sûriyayê bibin. Idlib û derdora wê ji xwe di destê Cebhet El-Nusra û komên din ên çekdar de ye. Hemû jî piştgiriya xwe ji dewleta Tirik digirin. Di heman demê de û di çarçoveya itîfaqên Astana de xalên çavdêriyê yên Artêşa Tirk jî li wê herêmê hatine çêkirin. Ev jî têkliya xurt a dewleta Tirk û komên çekdar ên ji Deraa û Xûta hatin derxistin nîşan dide.

Çima di vê demê de êrîşî Siwêda kirin û armanc çiye?

Me behsa têkiliya di navbera dewleta Tirk û çeteyan kir. Ji bo ev mijar baştir zelal bibe, divê em geşedanên li  tevahî Sûriyayê rû didin bibîr bixin. Rêjîma Sûriyê beriya demek ne dirêj herêma Deraa ji komên çekdar ên girêdayî Tirkiyayê di encama itîfaqan vala kir. Piştî rewşa Deraa bi dawî bû, rayedarên rêjîma Sûriyê di asta herî jor de girtina Idlibê xistine rojeva xwe. Idlib jî ji dewleta Tirkrek re mijarek pir hesas e.  Dewleta Tirk naxwaze Idliba ku li ser sînorê wê ye û hemû hevkarên wê lê hatine kom kirin, ji destê wê û hevkarên wê were derxistin.

Di vê çarçoveyê de jî Tirkiyê bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê ku ji Reqa û deverên din ên Sûriyê hatin derxistin û li başûrê Sûriyê di koçeyekê de hatine bi cihkirin, xistin dewrê û li Siwêda ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve ji destê rêjîmê derneketiye êrîş pêk anîn.

Tişta balkêş ew e ku rêjîma Sûriyê baş dizane dewleta Tirk li pişt êrîşan e û di vê derbarê de daxuyaniyên serokkomarê Sûriyê Beşar El-Esed hema piştî êrîşî çêbûn.

El-Esed roja çarşemê dema pêşwaziya Nûnerê Serokê Rûsiya yê li Sûriyayê Eliskender Lavirintîf û şandeya pê re kir, daxuyanî da û got ku dewletên piştgiriya terorê dike dixwazin careke din rih bidin komên çekdar. Raste El-Esed vê carê navê dewleta Tirk bibîr ne xist, lê beriya niha gelek caran vekirî gotiye ku Tirkiyê piştgiriya terorê û komên tundrew dike.

Ji xwe şêniyên Bakruê Sûriyê ku sînorê wan bi dewleta Tirk re pir dirêje, piştgiriya dewleta Tirk bi çeteyên DAIŞ, El-Nusra û çeteyên bi navê din re baş dizanin. Gelak caran di vê çarçoveyê de belege derketine holê.

Îcar mirov bi hêsan dikare bêje ku di têkiliya dewleta Tirk a bi êrîşan re tu guman nîne, lê pirsa li vir xwe beriz dike, armanca dewleta Tirk ji van êrîşan çiye?. Li ser vê pirsê ji xwe me li jor me behsa Idibê û rewşa li wir kiriye.  Dewleta Tirk naxwaze Idlib ji destê wê biçe, bi van êrîşên li Siwêde û şerê li gundên Derayê ku derketin, Tirkiyê dixwaze peyamê bide rêjîma Sûriyê û jê re dibêje ku ew dikarin li hemû herêmên Sûriyayê tevlîheviyê derbixin û nehêlin rêjîma Sûriyê û hevakê wê rehet bimîne.

Yenî bi gotinek din dewleta Tirk bi êrîşa Siwêda ji rêjîma Sûriyê re dibêje ku dema derbarê Idlibê de daxuyaniyan bide, dewleta Tirk bîne bîra xwe û li gorî wê tevbigere. An ku heger niyata rêjîmê hebe li Idlibê tiştekî pêk bîne, divê bi Tirkiyê re itîfaq bike.

Dilyar CEZÎRÎ

Post Views: 45
ShareTweetPin

Herî Dawî

Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.