Rojnameya Ronahî

Cemîl Bayik: Erdogan gelê Filestînê dike qurban

Navenda Nûçeya/ Qamişlo

Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk qedera xwe bi tasfiyekirina Kurdan ve girê daye û PDK’a malbata Barzaniyan jî bi her alî ve alîkariya dewleta Tirk dike. Herwiha da zanîn ku Erdogan li ser gelê Filistînê bazirganiyê dike û wan dike qurban.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî Bernameya Taybet A Stêrk TV bû û têkildarî rojevê nirxandin kir  .

Cemîl Bayik derbarê Pêngava cîhanî ya azadiya Rêber Apo wiha got: “Pêngava ku hatiye pêşxistin pêngavêke mezin e. Lê belê hîn jî pêngav di destpêka xwe de ye. Lazim e mirov vê pêngavê bi gelek şeklan xurt bike û pêş bixe. Dibe ku dostan ev pêngav despêkirin, tevgera me jî got em di vê pêngavê de cih digirin. Wateya wê ne ku em tenê di pêngavê de cih digirin. Bi hemû derfetên xwe vê pêngavê bigihînin armanca wê û bi ser bixin. Ev peywireke dîrokî ye li ser hemû qedroyên vê tevgerê, li ser hemû Kurdên bişeref e. Lê ne tenê peywira wan e, di dinyayê de jî yên dostên gelê Kurd kî heye, yên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin, yên xwedî wijdan exlaqê ne, xwedî fikirin kî heye lazim e di vê pêngavê de cih bigirin. Niha siyaseta ku li ser Rêber Apo tê meşandin mînaka wê li dinyayê nîne. Siyaseteke pir qirêj û gemar dimeşînin. Vaye em dibêjin tecrîda mutleq û 3 sal in agahî ji Rêber Apo nayên wergirtin. Kes nizane bê rewşa Rêber Apo çi ye. Ew siyaseta ku li ser Rêber Apo dimeşînin, li ser civaka Kurd jî dimeşînin. Heta li ser demokrat, sosyalistan û azadîxwazên Tirkiyeyê jî dimeşînin.”

‘PDK’ê ji her aliyî ve dijminatiya kurdên azad dike’

Bayik bal kişand ser xiyaneta PDK’ê û wiha got: “Dewleta Tirk ji bo hereketa me tasfiye bike, ji bo ku qirkirina ser Kurdan temam bike hemû derfetên xwe ji hundir û derve xistiye hereketê. Qedera xwe bi tasfiyekirina Kurdan ve girê daye. PDK malbata Barzaniyan bi her alî ve alîkariya dewleta Tirk dikin. Her aliyê ve jî dijminiya PKK’ê dikin. Dijminiya Kurdên azad dikin. Dewleta Trik gav bi gav li Başûr pêş dikeve û ji xwe re ciyên eskerî çêdike. Heke alîkariya PDK’ê nebe ma dikare vana bike, ne mumkun e ku bike.  Tirkiye bi alîkariya Barzaniyan ne tenê li Başûr li ser Iraqê jî bandorê dike. Nahêle Iraq gav bavêje. Barzanî kişandin siyaseta xwe. Behdînan bûye wekî bajarekî Tirkiyeyê. Bê Tirkan nikarin tiştekî bikin. Tirkiye dixwaze hemû dewletên herêmê bikşîne ser siyaseta xwe ya li dijî PKK’ê. Vê bi hêza PDK’ê dike. Sedema wê PDK ye. Armanca xwe venaşêrin. Dixwazin Başûr bi tevahî dagir bikin. Li Başûr gelek baregehên Tirkiyeyê hene, MÎT jî li Hewlêr û her derê Başûr e.”

‘Yên ku kurdan qetil dike nikare bibe dostê filistînê’

Bayik derbarê şerê Îsrayî û Hemasê wiha got: “Em li dijî qirkirinê ne. Li ser gelê Filistînê qirkirinek heye û lazim e ev qirkirin bi dawî bibe. Niha hin dewlet hin axaftinan dikin, civînan dikin û dibêjin lazim e şer bisekine û dewleta Filistînê jî çêbibe. Ev hemû axaftinin, yek jî çareseriyê pêş naxe. Ev dewletana berjewendiyên xwe esas digirin. Berjewendiyên wan çi ne li gorî wê tevdigerin. Niha li dinyayê her ku diçe hereketên sosyalîst, demoratîk, azadîxwaz, jin û ciwan li Filistînê xwedî derdikevin. Lazim e xebatên xwe xurtir bikin. Bi dewletan pirsgirêk çareser nabin. Bi dîn, nijadperestiyê pirsgirêk çareser nabin. Yên pirsgirêk çêkirine wê çawa pirsgirêkan çareser bikin? Lazim e gelê Filistînê û Cihû dest bidin hev û li dijî vî şerî derkevin. Bi hev re têbikoşin. Çareserî di vê de ye. Hem Hamas û hem jî dewleta Îsraîlê herdu jî dîn û nijadperestiyê bi kar tînin. Ev ne şer disekinîne û ne jî pêşiya qetlîamê digire. Ev komkujiyê xurtir dike. Li dijî vê divê Filistînî û Cihû pêkve bisekinin. Niha Erdogan sextekariyeke mezin dike, durûtiyeke mezin dike. Wer dide diyarkirin ku wekî ku xwedî li gelê Filistînê derdikeve nîşan dide. Bi vê rastiya xwe vedişêre. Yê ku li ser Kurdan qirkirinê dimeşîne çawa dibe dostê Filistînê? Vê bi temamî ji bo berjewendiyê xwe dike. Ji bo qirkirina Kurdan temam bike vê propagandayê dike. Dixwaze qirkirina Kurdan veşêre, dixwaze di bin siya şerê Îsraîl û Filistînê de temam bike. Yek jî ji bo desthiladariya xwe xurt bike, rojeva Tirkiyeyê biguherîne û bertek ji bo wan çênebe vê dike. Bazirganiya navbera Îsraîl û Tirkiyeyê ji her demê bêhtir e. Ev di şer de jî berdewam dike. Çawa dibe dostê Filistînê. Li ser gelê Filistînê bazirganiyê dike, wan dike qurban.”